XEZE – Hejmara kuştiyan derket 9 hezar û 500î

05-11-2023
Nîşan Xeze Hemas Filistîn Artêşa Îsraîlê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di êrişên Îsraîlê li yên Xezeyê de hejmara kuştiyan derket 9 hezar û 500î.

Serokê Ofîsa Çapemeniyê ya hikûmeta li Xezeyê Selame Merûf di civîna çapemeniyê de, derbarê hejmara kesên ku di êrişên Îsraîlê de hatin kuştin û agahî dan.

Li gorî agahiyên ku Merûf dane, hejmara kesên ku ji 7ê Çiriya Pêşînê ve li Xezeyê hatin kuştin derket 9 hezar û 500î.

Selame Merûf destîşan kir, “3 hezar û 900 ji wan zarok, 2 hezar û 509 ji wan jî jin in.”

Merûf da zanîn ku di êrişên Îsraîlê 220 dibistanan xisar dîtiye û 60 ji wan êdî nikarin perwerdeyê bidin.

Li gorî heman daxuyaniyê 55 mizgeft, 3 zanîngeh, 3 dêr, 3 avahiyên Wezareta Weqfan xira bûne.

Herwiha 16 nexweşxane, 32 malên tenduristiyê, 27 ambulans û 105 navendên tenduristiyê jî zerer dîtiye.

40 hezar avahî ji binî xira bûn

Merûf diyar kir ku ji ber êrişan 40 hezar avahî bi temamî xira bûne, 220 hezar avahî û 88 avahiyên hikûmetê jî xisar dîtiye.

Herî kêm hezar û 430 Îsraîlî hatine kuştin

Li aliyê din heta niha di êrişên grûpên çekdar ên Xezeyê de neha niha herî kêm hezar û 430 Îsraîlî hatine kuştin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst