Îsraîlê êrişî jêrxaneya leşkerî ya Sûriyeyê kir: Berê şer li kû ye?

30-10-2023
Nîşan Îsraîl Sûriye Hemas Libnan Hizbulah
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Îsraîlê ragihand ku hêzên wan çend êriş birine ser baregehên leşkerî yên li Sûriyeyê.

Artêşa Îsraîlê di daxuyaniya xwe de got:

“Balafirên şer ên Hêza Parastinê ya Îsraîlê, demekê beriya niha êriş biriye ser wan cihan ku şeva borî hatine bikaranîn da ku ji Sûriyê êrişî Îsraîlê bikin.”

Di daxuyaniya artêşa Îsraîlê de hat gotin ku balafirên şer ên Îsraîlê “Li jêrxaneya leşkerî ya nav axa Sûriyeyê daye.”

Li gorî medyaya Îsraîlê, êrişî herêmek baregehên nêzîkî bajarê Deraayê hatiye kirin.

Medyaya nêzîkî Heşdî Şebiya Îraqê jî da zanîn, li nêzîkî Deriyê Sînorî yê Qaîmê yê navbera Îraq û Sûriyeyê blafirên şer ên Amerîkayê êrişî çend barhilgiran kiriye.

Piştî wê, medyaya nêzîkî Heşdî Şebiyê hinek wêne û vîdeo belav kirine ku qaşo Amerîkayê êrîşî sînorê navbera Sûriye û Îraqê kiriye û got:

“Balafirên şer ên dagîrkeran hejmarek barhilgir bombebaran kirin ku li geraceke nêzîkî Deriyê Sînorî yê navbera Îraq û Sûriyeyê hatibûn parkkirin.”

Êriş zêde dibin

Piştî şerê Hemas û Îsraîlê, li Sûriye û Îraqê herî kêm 20 caran, bi dron û mûşekan êrişî hêzên Amerîkayê û Hevpeymaniya Navdewletî hat kirin.

Grûpên çekdar ên alîgirên Îranê berpirsyariya wan êrişan li xwe digirin.

Herwiha her ku diçe şer û pevçûnên navbera Hizbulah û artêşa Îsraîlê li ser sînorê navbera Libnan û Îsraîlê zêde dibin.

Artêşa Îsraîlê, şevê din derengê şevê ragihand ku wan “wekî bersiva êrişeke mûşekî, çend pêgehên terorîstan li nav Libnanê bombebaran kirine.”

Şerê Hemas û Îsraîlê

Ji 7ê Çiriya Pêşinê ve ku Hemasê êrişî Îsraîlê kir Hizbulah û Îsraîl jî êrişî hevdû dikin.

Di vê êrişa Hemasê de hezar 400 kes hatin kuştin û Îsraîl dibêje piraniya wan kesên ji aliyê Hemasê ve hatine kuştin xelkê sivîl bûne.

Îsraîlê jî wekî bersiva êrişa Hemasê, dest bi bombebaran û topbarana Xezeyê kir.

Wezareta Tenduristiyê ya Xezeyê destnîşan kir ku di van êrişan de herî kêm 8 hezar kes hatine kuştin ku hema bêje nîvê wan zarok in.

Li aliyê din, ji destpêka vî şerî ve li Libnanê herî kêm 59 kes hatine kuştin ku piraniya wan çekdarên Hizbulahê ne û 4 ji wan jî sivîl in.

Herwiha di nav van kesên ku li Libnanê hatine kuştin rojnamegerek jî heye.

Li gorî berpirsên Îsraîlê, di êrişên Hizbulahê de li Îsraîlê 4 kes hatine kuştin ku yek ji wan sivîl bûye.

Rêxistina Koçê ya Navdewletî ragihand ku li Libnanê nêzîkî 29 hezar kesan ji ber wan êrişan koçber û derbider bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst