Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê DEM Partiyê yê Amedê Cengîz Çandar got, “Hakan Fîdan Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê ye û mafê wî nîne navekî li Sûriyeyê bike.”
Parlamenterê DEM Partiyê yê Amedê Cengîz Çandar li ser çûna Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer a Tirkiyeyê axivî.
Cengîz ji ber siyaseta Tirkiyeyê rexne li desthilata Tirkiyeyê girtin û got:
“Li Sûriyeyê rêxistina Heyeta Tehrîr El Şamê (HTŞ) Ehmed Şer wekî serokkomarê qonaxa veguhêz a Sûriyeyê hilbijartiye û heta niha rewatiya wî ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve nehatiye qebûlkirin.
HTŞ heta niha di nav lîsteya rêxistinên terorê ya Neteweyên Yekbûyî de ye.
Li Şamê niha ne rêveberiyeke rewa û ne jî îdareyek heye û nikare hemû Sûriyeyê kontrol bike.”
Çandar tekez kir ku divê Tirkiye bi hewlên piştgiriya HTŞyê pêngavên ku Kurdên li Tirkiyeyê biêşîne neavêje.
Parlamenterê DEM Partiyê yê Amedê her wiha rexne li Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan girtin û got:
“Wezîrê me yê karên derve Hakan Fîdan ji medyaya derve re diaxive û dibêje, `Divê navê Sûriye bibe Komara Erebî ya Sûriyeyê.`
“Mafê wî nîne li ser navê Sûriyeyê biaxive”
Vê yekê wekî çi dibêje, bi çi postê dibêje? Ji ber bi qasî em dizanin Hakan Fîdan, Wezîrê Karên Derve yê Komara Tirkiyeyê ye. Mafê wî nîne li ser navê Sûriyeyê biaxive û divê ne mafê wî be jî.
Ne welatiyê Sûriyeyê ye û ne xwediyê du nasnameyan e.
Ne Ereb e jî û dema hûn wekî îdeolojîk bifikirin gotina Komara Erebî ya Sûriyeyê ji sala 1961ê ve hebû û ji sala 1963yan ve jî partiya desthilatê ya Beasê ev nav li Sûriyeyê kiribû.
Bi qasî em dizanin Hakan Fîdan ne Beasî ye jî. Ango ne netewperestê Ereb e bi qasî em dizanin.
Çima hûn modelekê li paşeroja Sûriyeyê dikin û dibêjin dê Sûriye bibe Komara Erebî ya Sûriyeyê.
Li ser çi bingehê û çima hûn vê yekê dibêjin?"
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse