Almanya: Divê Kurd tevlî pêvajoya siyasî ya Sûriyeyê bibin

4 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Annalena Baerbock Hakan Fîdan HSD Rojavayê Kurdistanê Tirkiye Sûriye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîra Karên Derve ya Almanyayê got, " Niha pêwîst e ku li bakurê Sûriyeyê şer raweste û Kurd jî tevlî pêvajoya veguhastina siyasî ya Sûriyeyê bibin.

Wezîra Karên Derve ya Almanyayê Annalena Baerbock û Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan li Riyada paytexta Erebistana Siûdî civiyan.

Wezareta Karên Derve ya Almanyayê ji ser hesabê xwe yê Xê got:

“Divê Sûriyeyeke aştiyane û nû ji bo cîranên xwe ne gef be.

Niha pêwîst e ku li bakurê Sûriyeyê şer raweste û Kurd jî tevlî pêvajoya veguhastina siyasî ya Sûriyeyê bibin."

Wezîra Almanyayê tevî hevtaya xwe yê Fransayî Noel Barrot 3yê mehê çû Şama paytexta Sûriyeyê û bi Serokê Heyeta Tehrîr El Şamê Ehmed Şer re civiya.

"Divê hêzên Kurdan tevlî artêşa niştimanî ya Sûriyeyê bibin”

Annalena Baerbockê piştî civîna bi Ehmed Şer ji rojnamegeran re got:

“Divê ev pêvajoya Sûriyeyê ji derve neyê qutkirin. Divê hemû cîranên Sûriyeyê rêzê li yekparçeyî û serweriya axa Sûriyeyê bigirin.

Ewlehiya Kurdan jî girîng e ji bo Sûriyeyeke aram.

Ev jî hewceyî bidawîkirina wî şerî ye ku li bakur heye.

Her wiha hewceyî hêzên Kurdan tevlî û artêşa niştîmanî ya Sûriyeyê bibin û ji bo nava pêkhateya nû ya ewlehî ya Sûriyeyê ku ewlehiya rastîn ji bo hemû aliyan peyda bibe.

Destpêkirina gotûbêjê li gel Hêzên Sûriyeya Demokratîk a ku bi piranî Kurd in, gaveke destpêkî ya girîng e di vî warî de.”

Li aliyê din, Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean Noel Barrot jî li Şamê got:

"Divê çareseriya siyasî bi hevpeymanên Fransayê re were kirin û hevpeymanên Fransayê yên li Sûriyeyê Kurd in."

Barrot got “Divê li Sûriyeyê şer û pevçûn nemînin li bakurê Sûriyeyê çek bên danîn."

Aloziya Tirkiye û hevpeymanên wê ji ber HSDyê

Fransa û Almanya endamên Hevpeymaniya Navneteweyî ya li Dijî DAIŞê (Koalîsyon) ne ku bi serkêşiya Amerîkayê li dijî DAIŞê şer dikin.

Welatên rojavayî HSDyê wek hevpeymana sereke ya xwe dibînin û mayîna wê jî ji bo rêgirtina li vegera DAIŞê pêwîst dibînin.

Bi taybetî HSD nobedariya girtîgeh û kampên çekdarên DAIŞê û endamên malbatên wan dike.

Di dema ragihandina rûxandina "xîlafet"a DAIŞê ya sala 2019an de, HSDyê desteserkirina zêdetirî 10 hezar çekdarên DAIŞê ragihand.

Piraniya wan çekdarên DAIŞê xelkê Sûriye û Îraqê ne, nêzîkî du hezaran ji wan jî xelkê welatên din in.

Her wiha 45 hezar û 355 kes ji jê jin in û zarokên çekdarên DAIŞê ne û li Kampa Holê dimînin.

Berpirsên welatên rojavayî ji Enqereyê dixwazin êrişên komên çekdar ên li ser HSDyê bên rawestandin da ku metirsî nekeve ser wan girtîgehan.

Tirkiyeya endamê NATOyê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ku hêza sereke ya HSDyê ye wekî beşekî Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) dibîne û çekdanîn û nemana HSDyê jî wekî mercê agirbestê dibîne.

HSDyê jî ragihandiye ku eger agirbest bê kirin dê "şervanên biyanî" ji nava refên wê derkevin.

Li aliyê din ji 8ê Kanûna Kanûn Pêşîn a 2024an ve êrişên koma Artêşa Niştîmanî ya Sûriyeyê ku ji aliyê Tirkiyeyê ve tên piştgirîkirin bi tundî êrişî Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaqê dikin.

Zêdeyî mehekê ye bi şerekî tûnd li herêmê di navbera HSD û komen çekdar ên Artêşa Niştimanî de heye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst