Esed piştî 10 salan cara yekem li Şah Ebdullah geriya

03-10-2021
RÛDAW
Nîşan Urdun Sûriye Şah Ebdullahê Duyem Beşar Esed
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hat ragihandin ku Serokê Sûriyê Beşar Esed bi şahê Urdunê Şah Abdullahê Duyem re peywendiyeke telefonî daniye. Ev yek ji 2011an despêka şerê navxwe yê Sûriyê ve dibe yekem peywendiya telefonî dinavbera herdû aliyan de.

Dîwana şahane ya Urdunê daxuyaniyek belav kir û tê de dibêje Serokê Sûriyê Beşar Esed peywendiyeke telefonî li gel Şahê Urdunê Şah Ebdullahê Duyem kiriyê û di axavtinê de, “têkiliyên di navbera her du welatan de û awayên baştirkirina hevkariyê” hatine gotûbêj kirin.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku Şah Ebdullah piştgiriya Urdunê ji bo “serwerî, aramî, yekparçebûna axa Sûriyê û hewlên parastina gelê wê" re destnîşan kiriye.

Herwiha hatibû ragihandin ku di 27ê Îlonê de şanda rejîma Sûriyê li Ammana paytexta Urdunê di asta wezîran de civînan lidar xistibûn.

Li aliyê din ev peywendiya telefonê ji sala 2011an destpêka şerê navxe yê li Sûriyê vir de yekem paywendiya telefonî ye.

Urdunê di 29ê Îlonê de di çarçoveya asayîkirina pêwendiyên bi Şamê re biryar da ku Deriyê Sînor ê Cabirê ji nû ve veke û hat ragihandin ku kompaniya esmanî ya Urdunî Royal Jordanian dê di demeke nêz de piştî deh salan dê di demeke nêz de geştên esmanî bide destpêkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst