Îsraîlê parêzgeha Himsê ya Sûriyê bombebaran kir: Kuştî û birîndar hene

02-04-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di êrîşa Îsraîlê bo ser parêzgeha Himsê ya Sûriyê de herî kêm pênc serbaz birîndar bûn û çavkaniyên xwecihî jî dibêjin; “Hejmarek çekdarên grûpên ser bi Îranê jî hatine kuştin.” 

Serê sibeha roja Yekşemê 2ê Nîsana 2023an, Ajansa Fermî ya Sûriyê SANAyê ragihand ku îro demjimêr 00:35 deqe bi dema navxwe, Îsraîlê ji bakurê rojhilatê Beyrutê êrîşeke esmanî kiriye û çend pêgehên parêzgeha Himsê kirine armanc.

Ev jî dibe sêyem êrîşa Îsraîlê di dema kêmî çar rojan de, piştî ku 30 û 31 Adarê Sûriye mûşekbaran kir. Li gor çavkaniyên xwecihî, êrîşa nû ya Îsraîlê hejmarek bingehên hêzên hikûmeta Sûriyê û hêzên çekdar ên nêzîkê Îranê kirine armanc. Heman çavkanî behsa wê yekê dikin ku dengê teqîneke mezin li bajêr hatiye bihîstin, agir bi navendeke lêkolînan ketiye û tîmên berevaniya şaristanî bi hewara wan ve çûne.

Hevdem li gor wan çavkaniyan, ji xeynî birîndarbûna pênc serbazên artêşa Sûriyê, “hejmarek çekdarên ser bi grûpên nêzîkê Îranê di wê navenda lêkolînan de hatine kuştin.” Ev di demekê de ye ku di êrîşa 31ê Adarê de rawêjkarekî serbazî yê Supaya Pasdaran hatibû kuştin.

Roja 19ê Sibatê jî Îsraîlê bi firoke navçeyek li Şama paytext kir armanc ku saziyên emnî yên Sûriyê lê bûn û herî kêm 15 kes hatibûn kuştin. Ji dema di sala 2011an de şerê navxwe yê Sûriyê destpê kiriye, Îsraîlê bi sedan êrîşên esmanî bo ser Sûriyê kirine, ku zêdetir hêzên hikûmeta Sûriyê û Hizbullaha nêzîkê Îranê dike armanc.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst