Amerîkayê li Yemenê êrişî Hûsiyan kir

02-02-2024
RÛDAW
Nîşan Hûsî Amerîka Yemen
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Medyaya Hûsiyan ragihand ku Amerîka û Brîtanyayê li Yemenê êrişî çend armanc kirine.

Medyaya rêxistina Hûsiyan bi daxuyaniyekê ragihand, “Amerîka û Brîtanyaya dijmin sê êriş li devera Cerê ya parêzgeha Hecînê ya li bakurê rojhilatê Yemenê kirin.”

Hûsiyan ji meha Çiriya Paşînê ve dest bi êrişî keştiyên li Deryaya Sor kirin û ew diyar dikin ku ew ji bo hevsoziya bi gelê Filistînê re wan êrişan encam didin.

Herçend Amerîkayê heta 16ê Sibatê heger êrişên xwe berdewam bikin gefa xistina lîsteya terorê li Hûsiyan xwar lê ew bi berdewamî keştiyan dikin armanc.

Êrişa dawî ya Hûsiyan roja pêncşemê pêk hat, Fermandehiya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) got:

“Saet 05:00ê sibehê bi dema Senayê droneke Hûsiyên Yemenê bêyî ku ziyanek çêbibe, hat xistin.”

Li gorî CENTCOMê, wê dronê metirsî li ser keştiyên bazirganiyê yên Amerîkî û hêzên deryayî yên li Deryaya Sor durist kiriye.

Piştî ku Amerîka û Brîtanyayê çend caran êrişî Hûsiyan kir, grûpê bertek nîşan da û got ku “berjewendiyên Amerîka û Brîtanyayê dê bibin armanca me.”

Ji 19ê Çiriya Paşînê ve, Hûsiyan 30 êrişên dronî û mûşekî li keştiyên li Deryaya Sor kirine û di heman demê de Amerîka û hevpeymanên wê herî kêm 8 caran êrişî Hûsiyan kirine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst