Medyaya Îsraîlê: Îranê li dijî me dest bi êrişê kir

7 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Îran Îsraîl Êrişa Îranê Êrişa Îsraîlê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Artêşa Îsraîlê diyar kir ku Îranê li dijî Îsraîlê dest bi êrişa mûşekî kir.

Îsraîlê ji welatiyên xwe xwest ku biçin cihê parastî û agahdarî xwe bin.

Spaya Pasdarên Îranê jî li ser êrişê daxuyaniyek belav kir û diyar kir ku bi dehan mûşek avêtine Îsraîlê. 

Artêşa Îsraîlê li ser êrişê daxyanî belav kir û diyar kir ku Îranê derdora saet 19:30ê êvarê bi mûşekan êrişî Îsraîlê kir.

Artêşa Îsraîlê ragihand ku zêdetirî 250 mûşek hatine avêtin.

Li aliyê din, Wezareta Karên Derve ya Îsraîlê jî ragihand ku artêşa wan ji bo parastina welatiyên Îsraîlê çi ji destê wan were dê bike.

"Êriş li ser kuştina Îsmaîl Heniye, Hesen Nasralah û Ebbas Nîlfroşan hatiye kirin"

Spaya Pasdarên Îranê jî li ser êrişê daxuyaniyek belav kir û diyar kir ku êriş li ser kuştina Îsmaîl Heniye, Hesen Nasralah û Ebbas Nîlfroşan hatiye kirin.

Spaya Pasdran di berdewamiya daxuyaniyê de wiha got:

“Heger rejîma siyonîst bersiva operasyona me bide, wê rastî êrişeke tundtir were.”

Serokê Polîtburoya Siyasî ya Hemasê Îsmaîl Heniye di Tîrmehê de li Tehranê piştî merasima sondxwarina Serokkomarê Îranê Mesûd Paşkiyan di êrişekê de hatibû kuştin.

Herwiha 27ê Îlona 2024an Artêşa Îsraîlê baregeha Hizbulahê ya li Beyrûtê bombebaran kir.

Di encamê de Sekreterê Giştî yê Hizbulahê Hesen Nasralah û Fermandarê Spaya Pasdarên Îranê yê Libnanê Ebbas Nîlfiroşan hatin kuştin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst