Pisîkên Wanê bala geştyarên biyanî dikeşîne

16-10-2022
Nîşan Pisîkên Wanê Geştyarên Biyanî Wan Bakurê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Pisîkên Wanê yên ku li Navenda Sepandin û Lêkolînê ya Mala Pisîkan a Wanê ya Zanîngeha Yuzuncuyilê ya bajarê Wanê, ligel ziyaretvanên xwemalî, bala geştyarên biyanî jî dikişînin.

Pisîkên Wanê yên ku bi mûyê xwe yê spî û çavên xwe yên rengcuda bi nav û deng in, li "Vîllaya Pişîkan" di bin ba Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê de parastin û xwedîkirin.

"Vîllaya Pisîkan" a ku bûye pêgeha geştyarên biyanî yên ji Rojhilatê Kurdistanê, Herêma Kurdistanê, Îran, Iraq, Rojhilata Dûr û Ewropayê û her wiha ji gelek welatên din, di nava hefteyê de mazûvaniya zêdeyî hezar geştyaran dike.

Geştyar ji nêzîk ve bi pisîkan re eleqedar dibin, ji wan hez dikin, mama didin wan û her wiha bi wan re wêneyan dikişînin.

Rêvebirê Navendê Prof. Dr. Abdullah Kaya ragihand ku, navend di nava hefteyê de ji hêla zêdeyî hezar kesî ve tê ziyaretkirin ku ji sedî 40ê van jî geştyarên biyanî ne.

Kaya bal kişand ku pisîka Wanê di dinyayê de ajelekê bêhempa ye û wiha got: “Ji ber liv û lebata xwe, ji ber sernermiya xwe û ji ber ku sembola Wanê ye, pir eleqeyê dibîne. Ev hem ji aliyê geştyarên xwemalî û hem jî ji aliyê geştyarên biyanî ve wiha ye. Hin geştyar hene ku bi tenê ji bo dîtina pisîka Wanê, tên bajêr. Navenda me ji saet 08.30 heta seat 19.00 vekirî ye. Em ji ziyaretvanan pir kêfxweş in."

Hûmayûn Yûsufyan ê ji Îranê çûye Wanê wiha got, "Ev der pir xweş e. Pisîkên pir bedew hene ku rengê çavên wan cuda ne. Min ew hildan hemêza xwe û ji wan hez kir. Ez ji bo herkesî pêşniyaz dikim ku bên Wanê û dîtina vê derê."

Navenda Pisîkên Wanê

Şahar Keshawarz a ji Îranê ji bo geştê çûye jî  wiha axivî, "Pisîkên Wanê pir bedew in. Me got, madem hatine Wanê, em pisîkên wê jî bibînin."

Reiko Înomataya ku ew jî ji Japonyayê çûye Wanê,  diyar kir ku wê cara ewil pisîkên Wanê dîtin û pir kêfa wê ji pisîkan re hat û wiha got, "Pisîkên Wanê pir bedew in. Cudabûna rengê çavên wan jî tiştekî newaze ye. Ev teqez serbilindiya Wanê ye."

Navenda Pisîkên Wanê

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst