Xelkê Dêrsimê çima emirdirêj e? ‘Em heqê kesî naxwin’

10 demjimêr berê
Ali Haydar Gozlu
Li Dêrsimê temenê xelkê li gorî bajarên din dirêjtir e / Wêne: Rûdaw
Li Dêrsimê temenê xelkê li gorî bajarên din dirêjtir e / Wêne: Rûdaw
Nîşan Dêrsim Temen TUÎK
A+ A-

Dêrsim (Rûdaw) - Li gorî xelkê Dêrsimê, ew bi saya xwarina berhemên organîk û nexwarina heqê mirovan temendirêj dibin.

Saziya Amaran a Tirkiyeyê (TUIK) ragihand ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di navbera salên 2021 û 2023yan de, ji dayikbûnê û pê ve dema temenê mirovan tê çaverêkirin 77,3 sal bin.

Lê parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê, dema temenê mirovan bi 80,8 salan di rêza yekemîn de ye.

Xelkê Dêrsimê dibêje ku ew bi saya berhemên organîk û ji ber ku heqê kesî naxwin emirdirêj dibin.

“Em mafê ti kesî naxwin”

Şêniyê Dêrsimê Îbîş Tan ji Rûdawê re got:

“Giyayên ku em dixwin hene, mast heye, rûn heye em van hemûyan dixwin. Hewa û avên me paqij in.

Tişta herî girîng jî em mafên ti kesî naxwin û em tenezûlî wê yekê jî nakin.”

Xelkê Dêrsimê Cengîz Bozkaya jî got:

“Çima em gelekî dijîn? Ji ber ku her tiştê xwe, em bi xwe hildiberînin û em ji derve tiştekî naxwin. Wekî din hewa paqij e.”

Nîştecihên parêzgehê diyar dikin ku ew berhemên kargehan bi kar nayînin û heta dawiya hezîranê jî berhemên xwezayî berhev dikin.

“Em deyndarê vê axê û xwezayê ne”

Nişteciha Dêrsimê Gulzar Uçarê jî wiha got:

“Em deyndarê vê axê, vê hewayê û xwezayê ne. Em her tiştî bi xwe li malê amade dikin.

Nanê xwe em bi xwe çêdikin, rûnê xwe, penir û mastê xwe em bi xwe li malê hazir dikin.

Em berhemên fabrîqeyan naxwin. Em her tiştî bi destên xwe çêdikin.”

Birêvebirê Tenduristiya Bajêr Muhanned Duran jî da zanîn ku li parêzgehê rêjeya xwendin û nivîsandinê zêde ye û ji ber vê yekê xelk bi awayekî zane jiyana xwe rêk dixe.

“Li herêmê çandinî û ajeldarî zêde ye”

Muhammed Duran jî wiha behsa sedema temendirêjbûna li herêmê got:

“Serê her bijîşkekî malbatê kêmtirî 2 hezar û 500 kesî hene. Ji ber wê jî welatî bi asanî dikarin xizmeta tenduristiyê wergirin.

Li parêzgehê rêjeya çandiniyê û ajeldariyê jî zêde ye. Ev jî dibe sedem ku xelk berhemên organîk –xwezayî bixwin.

Xelkê bajêr di warê xwarin û vexwarinê de zane ye. Dema ev hemû tişt dibin yek dema jiyanê jî zêde dibe.”

Li parêzgeha Dêrsimê geliyên Munzûr û Pilemuriyê navendên girîng ên jiyana xwezayî ne û li wan deran bi giştî hezar û 518 cûrên giya hene ku ji wan 227 endemîk in.”

Nîştecihên parêzgehê bi piranî di mehên biharê de sîr, gulik û bi sedan berhemên organîk berhev dikin û di xwarinên xwe de bi kar tînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst