Nûşîn û hevjînê xwe bi vîdeoyan gelek şopîner çêkirine

6 demjimêr berê
Hêmin Ebdullah
Nûşîn û hevjînê xwe bi vîdeoyan gelek şopîner çêkirine / Wêne: Ji dîmenan
Nûşîn û hevjînê xwe bi vîdeoyan gelek şopîner çêkirine / Wêne: Ji dîmenan
Nîşan Nûşîn Hisên Enes Sebillêl
A+ A-

Dusseldorf (Rûdaw) - Nûşînê û mêrê xwe di torên civakî de bi zimanên Kurdî û Erebî derdikevin.

Bi performansên xwe yên xwerû û têrwate gelek şopîner ji xwe re dane hev ku gihîştine nêzîkî 400 hezar kesî.

Nûşîn Hisên ku keçeke Kurd e, xelka bajarê Heseke yê Rojavayê Kurdistanê ye û heyama 8 salan e li Almanyayê dijî, bû mêvana studyoya bernameya Diyasporayê.

Nûşîn Hisênê ragihand ku wan ji sala 2020î ve dest bi tomarkirina vîdyoyên torên civakî kiriye û heta niha jî berdewam dikin û şopîner jî dixwazin vîdeoyên wan bibînin û hejmara bînerên wan pir mezin e.

Nûşîn Hisênê derbarê naverok û ramana vîdeoyên xwe got:

"Ramana vîdeoyên me ku em wan li ser torên civakî diweşînin vedigere mêrê min Enes Sebillêl. Enes vîdyoyan saz dike, tomar dike û belav dike."

Nûşîn Hisênê eşkere kir ku gelek vîdyoyên wan hene lê belavkirina vîdeoya wan a pêncem gelek karvedan li pey xwe anîn.

"Adet, ol û çanda me ji hev cudabûn"

Nûşînê di vî warî de got:

"Piştî ku ez sala 2019an li gel Enesê ku bi koka xwe Ereb e re zewicîm ku adet, nerît, ol û çanda me ji hev cuda bûn, em li ser wê yekê hizirîn ku em vîdeoyan çêbikin û li ser torên civakî belav bikin.

Em ji xelkê re bibêjin, asayî ye ku du kesên ji du netewe û olên cuda bizewicin û bi hev re kêfxweş bin.

Me xwe wekî mînak dida pêş."

Li ser vîdyoya ku herî zêde hat temaşekirin, Nûşînê çîroka wê bi vî rengî got:

"Êvarekê Enesê mêrê min ji kar vedigeriya, dît ku nêzîkî 15 kesan ji nas û xizmên min wekî mêvan li mala me ne, bixêrhatina wan kir û paşê min jê re got zû here goşt bikire û ez ê niha sifireyekê amade bikim.

Enes çû goşt anî û min sifire amade kir û ev yek li nik wî ecêb bû. Loma ramana vîdeoyê ji vê yekê li ba Enes çêbû û rabû me vîdeo çêkir û weşand."

Vîdeo li ser torên civakî gelekî hat dîtin

Vîdeo li ser torên civakî gelekî hat dîtin bi awayekî ku di nav çend demjimêran de zêdeyî 5 milyon caran hat dîtin û bû sedem ku ew bêtir girîngiyê bidin weşandina vîdeoyan û di torên civakî de bibin du kesayetên girîng û navdar.

Ji hêla xwe ve, Enes Sebillêlê mêrê Nûşînê li ser vîdeoyên xwe û jina xwe wiha axivî:

"Cemawerê Ereb ji rojhilat heta rojavayê ji çanda Kurdî hez dikin û rêzeke wan a mezin ji bo wê heye.

Gava ew li vîdeoyên me temaşe dikin destxweşiyê li me dikin û me bêtir han didin ku em bi hev re bijîn."

Enes Sebillêlê ku ji Nûşînê hînî zimanê Kurdî bûye, dibêje "Kurd bi gelek tiştan tên naskirin, di nav wan de mêvanperwerî, dilsozî, rêzgirtin û têkiliyên civakî yên xurt û herwiha girîngiyeke mezin didin malbatê. Min ev hemû kirin vîdyo û weşandin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst