WAN - Muzîkhezekî ji 54 hezar û 200 kasetan koleksiyonek çêkir

3 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Îzzet Batmaz Kaset Koleksiyon
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Erdîşê ya parêzgeha Wana Bakurê Kurdistanê muzîkhez Îzzet Batmaz ji 54 hezar û 200 kasetan koleksiyonek çêkir.

Îzzet Batmazê 69 salî bi eleqeya xwe ya ji muzîkê balê dikişîne.

Batmazê ku bi vê hobiya xwe ji 15 saliya xwe pê ve kasêtan kom dike, di nava 54 salan de bi kirîn, xwestina ji xizm û dostan 54 hezar û 200 kaset berhev kirin.

Batmaz her kaseta ku bi dest xistiye, reqem dayê û bi vê sayê kengî bixwaze zûtir ji nava kolkesiyonê dibîne.

Îzzet Batmaz anî ziman ku ew gelekî ji muzîkê hez dike û ew ji sala 1970î pê ve kasetan berhev dike.

Batmaz got ku wî di 54 salan da 54 hezar û 200 kaset dane ser hev.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst