Amed (Rûdaw) - Li Amedê werzê çinînê dest pê kir. Cotkar ewil dest bi çinîna nîsk û ceh kirine. Piştî çar salên ku bi hişkesaliyeke tund derbas bû îsal baranek zêde zêde barî û hemû berhemên çandiniyê li gor salên borî gelek baş şîn bûne û cotkar jî ji rewşa bera cotkariya xwe razî ne. Lê tevî ku berhem baş in jî giştî mesrefên çandiniyê nahêle ku cotkar kêfa barana îsal bi dahatek baş bidest bixin.
Ji zeviyên genim, ceh, nîsk û nokan ku îsal bi baranek xurt qam avêtine û bi serên tije borbûne di vê werzê de bi kêfek mezin dengê pale û bîçeran olan dide.
Endezyarekî çandiniyê dibêje “Pêrar hem li herêma me hem jî li Tirkîyê hişkesaliyeke gelek katastrofîk çêbibû, karesatek çêbibû. Mesele pêrar li herêma me ji donimek erd 150 kîlo genim rakirin, par 350-400 kîlo rakirin, lê vê salê gelek baran hebû texmîna me îsal ji donimek yê 500 kîlo gebim were. Her waha ji bo ceh jî rewş wisa ye.”
Li Amedê îsal di zêdetirî 2 milyon donim erd de genim, 700 hezar donim erd de ceh,700 hezar domin erd de jî nîsk hatiye çandin, cotkar jî ji bera îsal a cotkarîiya xwe bihêvî ne.
Cotkar Resûl Polat got “Tona gubreyê 12 hezar lîre ye, lîtreya mazotê 22 lîre ye. Xebitandina karkeran gran bûye, cotkar anha di zirarê de ne. Yanî dahatek ji bo me tune ye, lê meslekê bav û kalan e em jî mecbûr vê karî dikin. Heke piştevaniyek dewletê ji vî karî re tunebe cotkar di xisarê de ne nikarin pêk bînin.”
Cotkar Hedyetullah Temîz diyar kir “Li welatê me Kurdan 500 hezar cotkar kar dikin. Pirsgirêka me ya mezin jî ev e ceyran tune av tune. Dema em ceyranê bikartînin perê pir diçe, mesref dernakevin. Ji ber wî em dixwazin kanal çêbibe av were ku em karibin tenê xwe û nîskên xwe av bidin.”
Ofisa Berhemên Axê ya Tirkiyê ji bo îsal nirxê tonek genim wek 9 hezar û 250 lîreyê Tirkî, ya nirxê tonek ceh jî 7 hezar û 500 lîre destnîşan kirin lê ev fiyet ji ber xerciyên zêde ne bi dilê cotkaran e.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse