Rûdawê ‘Xelata Zêrîn a Stevie’yê wergirt

14-08-2023
Nîşan Rûdaw Xelat Xelata Zêrîn ya Stevieyê
A+ A-

Em bi kêfxweşî bi rêya vê daxuyaniya rojnamavaniyê radigihînin ku Tora Medyayî ya Rûdawê, wekî rêzgirtineke li kar û deskeftên Rûdawê yên di warê medyayê de Xelata Zêrîn ya Stevieyê wergirtiye.

Yên ku xelata Zêrîn ya Stevie wergirtine îro ji aliyê desteya nirxandinê ve hatin ragihandin û dê xelat roja 13ê Çiriya Pêşîn bi merasîmeke mezin li Romaya Paytexta Îtalyayê tên bên dayîn.

Tora Medyayî ya Rûdawê ji destpêka damezrandinê ve ew berpirsyarî xistiye stûyê xwe ku di medyaya Kurdistan û navçeyê de guherînan bike. Ev yek jî bi awayekî serkeftî cîbîcî kiriye û berdewamdike.

Xelata Zêrîn ya Stevieyê pabendbûna bihêz a Rûdawê bi bicihanîna standardên pîşeyîbûnê û nûxwaziyê dupat dike.

Hewlên Rûdawê ji bo piştgirîdayîn û pabendbûna nirxên herî bilind ên rojanamevaniyê û tekeziya li ser rastgoyî û karên nû, îlhamdana saziyên medyayî yên li Kurdistanê, navçe û cîhanê berdewam dikin. 

Ev xelat pêzanîna karê dilsozane û pabendbûna temamiya karmendên Rûdawê yê bi newestiyanê û amajeyeke ji bo pabendbûna me hemûyan bi prensîb û nirxên sereke yên rojanamevaniyê.

Ev xelata ku di çarçoveya bandora her sê barnameyên “Legel Renc”, “Berpirsyar” û “Diktor Aras”, herwiha ji ber berfirehiya rûmal û belavbûna nûçeyên wan hatiye dayîn, yek bi yek ji hemû hevkarên me yên Rûdawê re xelatek e.

Bexşandina "Xelata Kompanyaya Salê" ya Tora Medyayî ya Rûdawê destkeftek e û em şanaziyê pê dikin lê em tekeziyê li ser berdewamiya erkê xwe ji bo pêşvebirina karê medyayê û encamdana pêşketina nû dikin.

Xeleta Zêrîn ya Stevieyê amajeyek e ji bo karên hevbeş yên tora me û bi hev re karkirina me û hewla her takekesekî me jî ew e ku di çarçoveya Rûdawê de karên baştir  pêşkêş bikin.

Tora Medyayî ya Rûdawê spasiya baweriya rêkxer, endamên desteya nirxandinê û piştevanên Xelata Zêrîn ya Stevieyê dike ji bo rêzgirtina wan a li hewlên bênavber yên Rûdawê yên di warê medyayê de.

Ev xelat, ji bo baştirkirin û pîşeyîbûna zêdetir a karê medyayê û xizmetkirina zêdetir a temaşevan, guhdar û xwînerên Rûdawê me han dide.

Tora Medyayî ya Rûdawê

14-8-2023

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst