Nav û deng ê Rihayê ye lê ji Rihayê ti tişt nînin: 'Tenê 4-5 kes hatine'

1 demjimêr berê
Şewket Herkî
Şewket Herkî
Firoşkarên festîvalê\ Wêne û vîdeo: Rûdaw
Firoşkarên festîvalê\ Wêne û vîdeo: Rûdaw
Nîşan Festîvala Rihayê Enqere Fistiqên Rihayê Xwarinên Xwemalî yên Rihayê Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Rihayê
A+ A-

Enqere (Rûdaw) – Li Enqereya paytexta Tirkyeyê “Festîvala Berhemên Rihayê” hat lidarxistin lê ji bajarê Rihayê bes 5- 6 firoşkar beşdar bûn.

Salane gelek caran festîvalên danasîna çand û xwarin û dîroka bajarên Bakurê Kurdistanê li bajarên Tirkiyê têne lidarxistin.

Armanca wan festîvalan danasîn e û dixwazin balê bikşînin ser berhemên taybet ên wan bajaran û bazara wan germ bikin. 

Gelek caran jî tenê navê wan bajaran tê bikaranîn. Nimûneya vê yekê jî festîvala bajarê Rihayê ye ku li Enqera paytexta Tirkiyê hat lidarxistin.

Festîval bi navê Rihayê hat lidarxistin lê tenê 6 firoşkar ji Rihayê beşdar bûne.

Li kêleka qada ahengê nêzîkî 120 dikanên seyar hatine danîn û berhemên cur bi cur têne firotin lê gelek kêm ji wan firoşkaran û  berheman wan ên Rihayê ne.

Nûçegihane Rûdawê Şewket Herkî li festîvalê bû ji festîvalê raporek amade kir.

 “Ji Rihayê bes em 4-5 kes hatine”

Firoşkarê Rihayî Mehmet Şaher li ser festîvalê wiha got:

Pêwîst e zêdetir xelkê Rihayê beşdar bûbûna lê di vê fuarê de 4-5 kes hatine.

Yên ku ji Rihayê hatine em tenê 4 yan 5 kes in. Yên din hemû ji derve hatine, ji Yozgatê hatine û dibêjin em ji Rihayê ne. Lazim e wisa nebe.

“Em ji Wanê hatin”

Firoşkarê bi navê Abdullah Cîntan jî ji Wanê hatiye û tevlî festîvalê bûye û li ser festîvalê wiha dibêje:

“Em ji Wanê hatine em 2 hezar kîlometreyan ji bo rojên Rihayê hatine. Em jî hatin me penîrên bi sîrik aniye.

Me penîrê nav avê û penîrên kezî û penîrên bizina aniye. Me nanê Wanê aniye me hemû berhemên Wanê anîne. “

Festival bi navê Rihayê hatiye lidarxistin lê ji ber xercên zêde di nava koma 120 firoşkaran da tenê 6 kes ji Rihayê hatine.

Yek ji wan firoşkaran dibêje " berhemên min ne yên Rihayê ne lê ez bi eslê xwe ji Rihayê me" li qada Festîvala Rihayê ji bilî Rihayê her tişt heye.

“Em neçar in xelkê din jî bikin mêvan”

Yek ji organîzetorê festîvalê Ramazan Arslan jî li ser nehatina esnafên Rihayê wiha got:

“Ji ber ku ji Rihayê kes nehat yan gelek kêm kes hatin. Eger kesên ji bajarên din jî neyên li vir festîval nayê kirin.

Bi 20 kesan em nikarin festîvalekê bikin. Em mecbur in ku ji bajarên din jî mêvanan qebûl bikin.”

Firoşkarê bi navê Enes Dogru bi ez eslê xwe ji navçeya Xelfetî ya Rihayê ye.

Enes Dogru berhemên bajarê Manîsayê anîne festîvalê.

Li gorî amarên Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Rihayê bajar salane derdora 350 milyon dolaran berhemên xwemalî hinarde dike.

 Di nava wan berheman fistiq di rêza yekem de ye û salane zêdetirî 100 hezar ton fistiq ji Rihayê tê hinardekirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst