ENQERE - Li dijî Wezareta Karên Navxwe êrişa bombeyî: Wezîr daxuyanî da

01-10-2023
RÛDAW
Nîşan Seîdê Kurdî Riha gor Enqere Teqîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Kizilayê ya Enqereyê, li nêzîkî Parlementoya Tirkiyeyê teqînek çêbû, piştî teqînê dengê guleyan jî hat bihîstin.

Li nêzîkî Parlementoya Tirkiyeyê dengê teqînekê hat bihîstin, sedema teqînê nediyar e lê gelek ambulans û tîmên AFADê çûn cihê bûyerê.

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya li ser hesabê xwe yê tora civakî daxuyaniyek belav kir.

Alî Yerlîkaya ragihand ku li Enqereyê li dijî avahiya wezaretê êrişeke bombeyî pêk hatiye û 2 polîs birîndar bûne.

Piştî teqînê dengê guleyan jî hatiye bihîstin.

Hêjmareke zêde ya tîmên tenduristiyê, ambulans û tîmên AFADê çûn cihê bûyerê.

Ketin û derketina Parlementoya Tirkiyeyê bi temamî hat rawestandin.

Alî Yerlîkaya diyar kir 2 kesên ku bi otomobîlekê hatin ber deriyê Rêveberiya Giştî ya Ewlehiyê ya Wezareta Karên Navxwe wan derdora demjimêr 09:30an êrişa bombeyî li dar xist.

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya got:

“Ji terorîstan yekî xwe teqand û terorîstê din jî hat kuştin. Di teqînê de 2 polîsên me bi sivikî birîndar bûn.”

Ev di demekê de ye ku îro piştî betlaneya havînê, yekem roja destpêkirina civînên Parlementoya Tirkiyeyê bû.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst