Hewlêr (Rûdaw) - Siyasetmedarê Kurd Altan Tan ragihand ku Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan dê di demeke kurt de nêrîna xwe ya li ser PKK, PYD, Tirkiye û Rojavayê Kurdistanê bibêje.
Parlamenterê berê yê HDPyê Altan Tan bû mêvanê bultena Rûdawê û rûdanên dawî yên li Rojhilata Navîn nirxandin.
Altan Tan li ser pirsa “Tirkiye li Rojavayê Kurdistanê dikare bi HSDyê li hev bike?” diyar kir ku piştî rûxina desthilata Esed rewşeke nû derketiye holê û got:
“Sûriye nebû 3-4 perçe. Niha behsa yekitiya axa Sûriyeyê tê kirin û di vî warî de Tirkiyeyê roleke mezin girtiye ser xwe.
PYD niha di vê rewşê de çi difikire?
Li gorî vê rewşê, Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) çi difikire?
Ne mimkûn e ku rojhilatê Firatê, Reqa û Dêrezorê jî di nav de bidin PYDyê yan jî PKKyê ku 100 hezar çekdarên wan hene. Çima?
Rejîma nû ya Sûriyeyê vê yekê qebûl neke. Ya duyemîn jî Tirkiye qebûl nake. Ya sêyemîn jî xelkê Dêrezor û Reqayê qebûl nake.
Dêrezor ji sedî 95 Ereb in û Reqa ji sedî 80-85 Ereb in, navenda bajarê Hesekê jî nêzîkî ji sedî 60 Ereb in.
Ji ber vê yekê divê PYD, YPG û PKK daxwaz û projeyên xwe biguherînin. Niha rewşeke nû heye.
Ya çarem jî heta niha YPG û PKKyê ew der wek dîktatorî bi piştgirîya Amerîkayê bi yek partî, yek îdeolojî îdare kiriye.
Niha 250 hezar Kurdên Rojavayê Kurdistanê li Başûrê Kurdistanê ne.
Pêşmergeyên Roj niha li Başûrê Kurdistanê ne. Encûmena Niştimanî ya Kurd a Sûriyeyê (ENKS) nikare li Rojava siyasetê bike.
Ji niha û pê ve êdî ew siyaset ne mimkûn e.
“Divê PKK û PYD siyaseteke nû bimeşînin”
Li gorî rewşa nû PYD û PKK çi dibêjin û daxwazên wan çi ne?
Niha du rê li pêşiya wan hene: Rêya yekem siyaseteke nû, ya duyem jî şerê Tirkiye û rejîma nû ya Sûriyeyê derbikeve lê ev jî ne mimkûn e. Ji ber vê yekê siyaseteke nû şert e.”
“Divê PYD bi Pêşmergeyên Roj re têkiliyê bike”
Tan li ser pirsa ku divê HSD çi bike ku Tirkiye helwesta xwe li hemberî wê nerm bike wiaha got:
“Yekemîn divê pêwendî çêbibin. Divê têkilî bi Tirkiye û bi rêveberiya nû ya Sûriyeyê çêbin.
Lê belê bi vî awayî mumkin xuya nake têkiliyek were avakirin.
Ya duyemîn jî divê PYD bi Başûrê Kurdistanê re bi Serok Mesûd Barzanî, ENKS û Pêşmergeyên Roj re têkiliyê bike.”
“Ocalan dê nêrîna xwe ya li ser PYD, û Rojavayê bibêje”
Siyasetmedar Tan li ser pirsa “Gelo dê pirsgirêka Rojava li ser esasê hevdîtinên di navbera hikûmet, DEM û Abdullah Ocalan de bê çareserkirin?” wiha got:
“Niha Ocalan naxwaze tenê bi DEM Partiyê re biaxive.
Ocalan dibêje, 'Ez dixwazim projeyên xwe yên ji bo tevahiya Tirkiyeyê vebêjim.'
Ocalan dixwaze rojnameger, siyasetmedar û hwd. Bila DEM Partî jî bi wan re be.
Bi rastî ez jî zêde nizanim. Lê bi texmîna min Ocalan di demek nêzîk de daxwaz û fikrên xwe yên derbarê PKK, PYD, Rojava û Tirkiyeyê de eşkere bike.”
Siyasetmedar Altan Tan:
— RudawKurdi (@RudawKurdi) December 24, 2024
🎙️ ❝Divê PYD projeya xwe biguhere, rewşeke nû heye❞
🎙️ ❝PYDyê wekî dîktatorî, yek partî û yek fikr herêm bi rê ve bir❞
🎙️ ❝Divê PYD bi Başûrê Kurdistanê, ENKS û Pêşmergeyên Roj re di nava pêwendiyê de be❞
🎙️ ❝Gotina tifaqê xweş e lê dê li ser çi… pic.twitter.com/HWobINhM43
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse