Bi dronan êrişî Sirînê hat kirin

12 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Sirîn Kobanî Komên Çekdar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Nahiyeya Sirînê ya Kobaniyê ya Rojavayê Kurdistanê ji aliyê dronên Tirkiyeyê ve hat bombebarankirin.

Medyaya girêdayî Rêveberiya Xweser ragihand ku nahiyeya Sirrînê ya Kobaniyê bûye hedefa dronên Tirkiyeyê.

Derbarê êrişê agahiyên zelal nehatin bidestxistin.

Gundê Qaz Eliyê yê li rojavayê Girê Spî û gundê Til Tavilê yê rojavayê Til Temirê yên di bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de jî hatin topbarankirin.

Medyaya girêdayî Rêveberiya Xweser ragihand:

“Ev êriş ji aliyê Tirkiyeyê û komên çekdar ên bi piştgiriya Tirkiyeyê ve hatine kirin.”

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) di daxuyaniya xwe ya têkildarî êrişan de got:

“16 hevalên me di berxwedana li dijî êrişên dewleta Tirk û komên wê yên li herêmên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de canê xwe ji dest da.

Şehîdên me bi nîşandana mînaka herî bilind a fedekariyê li dijî êrişên dijminan li ber xwe da.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst