Zekeriya Yapicioglu: Divê Tirkiye endamtiya Swêdê ya NATOyê asteng bike

31-07-2023
Abdulselam Akinci
Weqfa Evîndarên Pêxember li Qada İstasyonê ya Amedê bi mîtingeke girseyî bertek nîşanî şewitandina Quranê ya li Swêd û Danîmarkayê da
Weqfa Evîndarên Pêxember li Qada İstasyonê ya Amedê bi mîtingeke girseyî bertek nîşanî şewitandina Quranê ya li Swêd û Danîmarkayê da
Nîşan HUDA PAR Amed Xwepêşandan Şewitandina Quranê
A+ A-

Amed (Rûdaw) – Serokê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu got, “Divê ji aliyê Tirkiyeyê ve endamtiya Swêdê ya NATOyê bê astengkirin.”

Weqfa Evîndarên Pêxember li Qada İstasyonê ya Amedê bi mîtingeke girseyî bertek nîşanî şewitandina Quranê ya li Swêd û Danîmarkayê da.

Ev demek e ku şewitandina pirtûka pîroz a Misilmanan bûye cîhê nerazîbûnan.

Gelek sazîyên sivîl ên Îslamî beşdarî wê mîtîngê bûn ku li Amedê bi pêşengiya Weqfa Evîndarên Pêxember hat lidarxistin.

Xwepêşandaran ji bo berteknîşandanên tundtir bangî welatên Misilman kir.

Serokê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu, bertekên Tirkiyeyê yên li hemberî Swêdê kêm dîtin û wî xwest ku endametîya Swêdê ya NATOyê ji alîyê Tirkiyeyê ve were astengkirin.

“Berteka ku Tirkiye nîşan dide têr nake”

Zekeriya Yapicioglu got, “Li gorî qenaeta min berteka ku Tirkiye nîşan dide têr nake. Em dibêjin heta Swêd li van bêexlaqiyan, li van bêrûmetiyan xwedî derkeve divê ji aliyê Tirkiyeyê ve endamtiya wê ya NATOyê bê astengkirin.”

Dirûşmaya sereke a mîtîngê “Rêzê li Quranê bigire” bû û bi hezaran welatîyên ku ji Amedê û bajarên der û dora Amedê li qada mîtîngê kom bûbûn bi dirûşman nerazîbûnên xwe anîn ziman.

“Em hatine vir ku em Qurana xwe bilind bikin”

Xwepêşander Henîfî Baykan jî nerazîbûna xwe ya li hemberî şewitandina Quranê anî ziman û got, “Ji bo ku kafir, minafiq û şeytan heqaretê li Qurana me, li dînê me dikin em jî hatine vir ku em Qurana xwe bilind bikin.”

Evdilqadir Altiokê malnişîn wiha got, “Em ji Batmanê hatine, ji ber ku kitêba Rebê me hatiye şewitandin em wanên ku şewitandine telîn dikin.”

Ayşe Zulumê jî hestên xwe bi vî rengî anîne zimên:

“Xwedê me ji îman û Quranê neke. Xwedê bela xwe bide wan. Xwedê wan bişewitîne. Xwedê heqê me ji wan re nehêle.”

Hemîd Gulşên esnaf jî  wiha got, "Divê dewletên Ereban çevkanîyên petrole ji ser wan de bigirin. Ambargo bikin ku ev kafir werin îmanê.”

Bi hezaran beşdarên mîtîngê bi sirûd û stranên olî, bi tekbîr û dirûşmên Kurdî û Tirkî bertek nîşanî şewitandina Quranê da.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst