Hewlêr (Rûdaw) - Komeleya Înîsiyatîfa Mafan û Partiya Doza Azad (HUDA PAR) li Amedê li ser Pirsgirêka Kurdan konferansek li dar xist.
Konferansê 2 rojan berdewam kir û encamnameya konferansê hat ragihandin.
Encamnameya Tirkî ya konferansê ji aliyê Endamê Desteya Birêvebir a Giştî ya HUDA PARê Mahmut Şahîn û ya Kurdî jî ji aliyê Endamê Desteya Birêvebir a Giştî ya HUDA PARê Ebdusemed Yalçin hat xwendin.
Di encamnameyê de hat gotin, "Pirsgirêka Kurdan 100 sal in li benda çareseriyê ye. Eger çareser nebe dê bibe sedema windabûna nifşên paşerojê.
Êdî divê ne tenê gotara biratiyê, yasaya wê jî were bicihkirin. Divê destûra darbeya ku encama hizra Kemalîst e û bûye çavkaniya Pirsgirêka Kurd, were guherîn û li ser bingeha welatîbûna wekhev destûreke nû were amadekirin."
Di daxuyaniyê de hat gotin ku Kurdistan di navenda erdnîgariya umetê de ye û Kurd di sedsala ewil a Îslamê de bûn Misilman û bûn beşeke esasî ya umeta Îslamê.
Piştî Misilmanbûna xwe, Kurdan parastina deverên pîroz ên Îslamê li ser milê xwe girtine.
Hat gotin ku ji nav Kurdan gelek leheng, alim, mucahid û rêber derketine û di demên herî zehmet ên umetê de berpirsyariyên mezin hilgirtine û bedelên mezin dane.
Li gorî encamnameyê, “Sedsaliya yekem a Komara Tirkiyeyê bi travmayên civakî, komkujiyan, serhildanan, neheqî û bêhiqûqiyê derbas bû.
Ji her alî ve bi taybetî ji bo Kurdan û hemû mirovên ku li van axan dijîn, ev sedsalî windahiyeke mezin bû.
Ev windahî ne tenê ji bo Tirkiyeyê, her wiha ji bo tevahiya erdnîgariya Îslamê jî bû sedema bêîstiqrariyê.
Kurd li vê erdnîgariyê ne pêkhate ne, ji hezar salî zêdetir e ku bi birayên xwe yên Tirk re di derbasbûna hemû astengiyên zehmet de roleke xurt lîstine.”
“Pirsgirêka Kurdan ne pirsgirêka ewlehiyê ye”
Di beşekî din ê daxuyaniyê de amaje bi pirsgirêka Kurdan hat kirin û wiha hat gotin:
“Pirsgirêka Kurd ne tenê pirsgirêka asayîş/tundî yan terorê ye, ew pirsgirêkeke pirralî ye ku aliyên wê yên dîrokî, siyasî, hiqûqî, civakî, aborî, herêmî û navneteweyî hene.
Ji ber ku rêbazên rast nehatine bikaranîn, çareserî dereng dimîne û ji ber vê yekê pirsgirêk kûrtir dibe.
Xwestina tevlîkirina hêzên navneteweyî û bi taybetî jî nûnerên emperyalîzmê di pêvajoyê de, dê pirsgirêkê hîn zêdetir tevlihev bike.
Îro hêzên emperyalîst dixwazin bi rêya vê pirsgirêkê hemû welatên têkildar parçe parçe bikin û Siyonîzmê bikin hêza serdest a vê erdnîgariyê.”
Di encamnameya konferansê de 15 xal hatin eşkerekirin ew jî wiha ne:
Em di sedsala nû de ji bo çareseriya Meseleya Kurd van tespît û pêşniyazên xwe yên çareseriyê bi raya giştî re parve dikin:
1- Meseleya Kurd, ev bû sedsal ku li benda çareseriyê ye. Ger ev mesele bê çareserî bimîne ev yek dê bibe sedem ku neslên me heba bibin. Lazim e sedsaleke din li ber avê neçe û di çarçoveya edaletê de sedsaleke nû em digel hev înşa bikin.
2- Mexdûrê herî mezin ê van şer û pevçûnên mewcûd Kurd in. Ji ber vê yekê temamê însanên ku li ser axa Kurdistanê dijîn hizûr û aramiyê dixwazin. Saadeta Enqereyê bi hizûra Diyarbekirê ve girêdayî ye.
3- Heta ku hesabê heq û teleb û hessasiyetên Kurdan neyê kirin ne mimkun e ew problem û pirsgirêkên sedsalan bên çareserkirin. Di serê van hessasiyetan de jî Îslam heye. Modeleke ku li dijî nirxên Îslamî be ew dê di nezera xelkê Kurd de neyê qebûlkirin.
4- Şer û pevçûna ku di netîceya ferzkirinên îdeolojiya fermî ya Kemalistan de derket holê û heta roja me bû sedema mirina bi sed hezaran însanan û bû sedema gelek êş û eleman qet nebû rêyek ku meseleya Kurd bê çareserkirin. Bîleks derket holê ku ev metod hêza siyasî û beşerî ya Kurdan krîmînalîze kiriye.
5- Lazim e cardin ji wan baronên şer û ji wan kesên ku terefdarên wesayeta leşkerî ne firset neyê dayîn. Ew zihniyeta ku çek û pevçûnê wek metodeke çareseriyê dibîne di serî de ji teref temamê pêkhatiyên saziyên siyasetê ve û her wisa ji teref temamê civakê ve bê mahkûmkirin. Divê qetiyen neyê jibîrkirin ku ji bo çareseriya meseleya Kurd navnîşan saziya siyasetê ye. Dîsa lazim e ji wan xebatên ku bi rêyên siyasî tên kirin re destek bê dayîn.
6- Ji bo ku cepheya navxweyî bi hêz û bi qewet bibe lazim e bi temametî ew polîtîkayên asîmîlasyon û înkarê yên îdeolojiya fermî ya neteweperest bê terkkirin. Ji bo dawî li cudabûnê bê anîn lazim e serrastikirên qanûnî û makeqanûnî bên amadekirin, heq û hurriyetên bingehîn lazim e bi ti şertî ve neyên girêdan û li ser wan bazar neyê kirin.
7- Heta îro gelek zêde edebiyata biratiyê hat kirin. Êdî lazim e ev yek xwe di pratîkê de nîşan bide. Bi gotineke din lazim e hiqûq tahaqqûq bike.
8- Kurd hûrmeteke mezin û zêde ji Şêx Seîdê Kurdî û ji alimên din ên Kurd re nîşan didin. Lazim e ji ber zilmên ku li wan hatine kirin li ser navê dewletê lêborîn bê xwestin û lazim e bi lez û bez cihên qebrên wan bên eşkerekirin.
9- Di bin banê Wezareta Perwerdehiya Neteweyî de di kitêbên Dîrok û Edebiyatê de tezên ne rast ên îdeolojiya fermî tên belavkirin. Ji bo ku li welatê me yekîtî û îstîqrara siyasî bê tahqîmkirin lazim e terka van tezan bê kirin. Ew bihevrebûna dîrokî ya Kurd û Tirkan a li Milazgir, Çanakale, Şerê Rizgariyê û yên mîna wan lazim e bi şiklekî sehîh ji nû ve bê nivîsandin.
10- Lazim e Kurdî bi makeqanûnê bê muhafezekirin û temamê astengiyên li ber perwerdehiya zimanê zikmakî bên rakirin. Lazim e ne tunebûna Kurdan; hebûna wan bi makeqanûnê bê muhafezekirin.
11- Di pêvajoya çareseriyê ya borî de gelek xeta hatin kirin ku lazim e terka wan bê kirin. Ji bo vê yekê lazim e gotin, helwest û kirinên ku dê di nezera civakê de zirarê bidin çareseriyê neyên kirin û nîşandan.
12-Zihniyeta Kemalîst bû sedem ku meseleya Kurd derkeve holê. Ji ber vê yekê ew makeqanûna darbeyê ku berhema zihniyeta Kemalist e lazim e bê guhartin û di çarçoveya welatîbûna wekhev de makeqanûneke nû bê amadekirin.
13-Tê pênasekirin ku her kesê bi rêya welatîbûnê girêdayiyê dewleta Cumhuriyeta Tirkiyeyê ye Tirk e. Lazim e terka vê pênaseyê bê kirin. Temamê gotinên kirinên înkar, red û nîjadperest ku di zimanê dewletê de hakim in lazim e ji temamê mewzûat, lîteratur û mufredata perwerdehiyê bê derxistin.
14-Ew sînorên Skyes-Picotê ku Kurdan ji hev veqetandin lazim e bibin sembolîk û ji bo hiqûqa silayê rehîm bê tetbîqkirin û ji bo peywendiyên civakî, çandî, îqtîsadî û însanî bên pêşvexistin lazim e alîkarî bê kirin û rê bên vekirin
15- Ji bo heqên Kurdan ên civakî û şexsî bên nasîn û bên muhafezekirin û ji bo aştî û edalet bê tesîskirin û ji bo înşakirina îstîqbaleke hevpar û bi qewet lazim e temamê terefan demildest mesûliyetê bigirin ser xwe.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse