Li Şirnexê ciwanê ku ji bo ezmûnê ji mal çûbû ev 3 roj in wenda ye

19-06-2023
RÛDAW
Nîşan Şirnex Hezex Huseyîn Yoncuz
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Hezexê ya ser bi parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê ciwanê 19 salî ku ji bo beşdarbûna Ezmûna Saziyên Xwendina Bilind (YKS) ji mal çûbû ev 3 roj in bê serûşûn e. Birayê wî ciwanî Mehmet Yoncuz gumanê ji revandina birayê xwe dike û ji bo dîtina wî ji aliyên peywendîdar daxwaza alîkariyê dike.

Li gor zanyariyan roja Înê 16ê Hezîrana 2023an li gundê Bafê yê girêdayî navçeya Hezexê ya Şirnexê, ciwanê 19 salî yê bi navê Huseyîn Yoncuz ji bo ku li navenda bajêr beşdarî gera yekem a Ezmûna Saziyên Xwendina Bilind (YKS) bibe, ji mal derket, lê piştre diyar bû ku beşdarî wê ezmûnê nebûye û ji wê demê ve winda ye.

Malbat û kesûkarên Yoncuz li ser vê yekê tîmên cendermeyan agahdar kirin.

Tîmên cendermeyan ji bo dîtîna wî ciwanê 19 salî dest bi xebatan kirin, lê tevî ku 3 roj bi ser ezmûnê re derbas bûne hêj jî bêserûşûn e.

Li gor lêkolînîn polîsan sînyala telefona Huseyîn Yoncuz herî dawî li taxa Konak a navçeya Cizîrê hatiye destnîşankirin û ew ji bo ezmûnê neçûye navenda Şirnexê.  

Birayê wî ciwanî Mehmet Yoncuz dibêje tevî ku ev sê roj in li birayê xwe digere, lê hêj jî çarenivîsa wî nayê zanîn û daxwazê ji welatiyan dike herkesê ku birayî wî ditîbe zanyariyê bide wan.

Mehmet Yoncuz herwiha gumanê ji wê yekê jî dike ku birayê wî ji aliyê hinek kesan ve hatibe revandin û  ji bo dîtina birayê xwe ji aliyên peywendîdar daxwaza alîkariyê dike.

Mehmet Yoncuz dibêje: “Navê birayê min Huseyîn Yoncuz e. Temenê wî 19 sal in. Roja înê dê ji Hezexê ber bi Cizîrê û ji wê derê jî ji bo ezmûnê çûba Şirnexê. Ji ber ku cihê ezmûna wî ew der bû. Dê li wê derê li cem birayê min ê din mabûya. Lê ew bixwe herî dawî ji bo kontrola didanên xwe diçe klînekeke didanan. Wate birayê min herî dawî li Cizîrê hatiye dîtin. Neçûye Şirnexê. Ez difikirim ku birayê min ji aliyê hinek kesan ve hatibe revandin. Em di rewşek zehmet de ne û ji aliyên peywendîdar li benda alîkariyê ne.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst