Li 15 deverên Şirnexê qedexe hat ragihandin

15-06-2023
RÛDAW
Nîşan Şirnex Qedexe Bakurê Kurdistanê Herêma Taybet a Ewlehiyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Şirnexê û navçeyên wê hejmarek dever û navçe di bin navê “herêma taybet a ewlehiyê” de bo dema 15 rojan bo çûnûhatina welatiyan hatin qedexekirin. Piraniya wan deveran jî ew dever in ku ajeldarên Şirnexê ajelên xwe lê diçêrînin.

Li gor daxuyaniya ku  ji aliyê parêzgariya Şirnexê ve hatiye belavkirin, li 15 dever û çiyayên parêzgeha Şirnexê û navçeyên wê yên Cizîr, Silopî, Basa, Qileban û Elkê qedexe hatiye ragihandin.

Li gor biryarê, li wan deveran ji 15ê Hezîrana 2023an heta 29ê Hezîrana heman salê, di bin navê “herêma taybet a ewlehiyê” de bo dema 15 rojan qedexe hatiye ragihandin û tê gotin ku nabe di wê demê de welatî ne bi roj û ne jî bi şev serdana wan deveran bikin.

Çiya û navçeyên ku li gor biryara parêzgariyê hatine qedexekirin ev in, “Çiyayê Cudî, Devera Besta, Çiyayê Gur, Kureşîn, Girê Deriyê Dawetiyan, Kela Memê, Feraşîn, Zêrîne, Girê Bilindahiya wî 2088 metre, Çiyayê Gabarê,  Newala Sar, Çiyayê Încebel, Devera Oymakkaya û Devera Tenînê.”

Parêzgariya Şirnexê di daxuyaniya xwe de îdia kiriye ku ew qedexe ji bo “pêkanîna ewlehiyê, rêgirtina li bûyerên tundûtûjiyê û her pêşhatek nerênî” hatiye ragihandin.

Ev qedexe di demekê de ye ku beşeke zêde ya xelkê parêzgeha Şirnexê û navçeyên wê debara xwe bi ajeldariyê dikin û navçeyên ku hatine qedexekirin jî bi piranî ew navçe ne ku ajeldar 4 demsalan ajelên xwe lê diçêrînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst