Li Şirnexê qeza: 9 jê xwendekar 11 kes birîndar bûn

31-03-2023
RÛDAW
Nîşan Şirnex Gundikê Melê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarokê Gundikê Melê yê ser bi parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê ve mînîbusa xwendekaran û kamyonetekê li hev dan. Di bûyerê de 9 jê xwendekar 11 kes birîndar bûn.

Li gor zanyariyan, îro Înê 31ê Adara 2023an li bajarokê Gundikê Melê yê girêdayî parêzgeha Şirnexê ve, mînîbusa xwendekarên Dibistana Navendî ya Gazî û kamyonetekê li hev dan.

Di bûyerê de 9 jê xwendakar 11 kes birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tendirustî çûn cihê bûyerê û birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê.

Di rojên borî de ji ber rewşa xirab a keşûhewayê li parêzgehên Bakurê Kurdistan û Tirkiyê bûyerên trafîkê zêde bûne.

Her îro Înê, li sînorê navçeya Qubînê ya ser bi parêzgeha Êlihê ya Bakurê Kurdistanê jî di bûyereke trafîkê de kesekî canê xwe ji dest da û 2 kes jî bi giranî birîndar bûn.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst