Hesekê – Bermayiyên şer bûn sedema mirina zarokekî 11 salî

18-02-2024
Nîşan Hesekê Bermayiyên Şer Zarok Mirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) -Li başûrê parêzgeha Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê, zarokekî 11 salî ji ber teqîna bermayiyên şer canê xwe ji dest daye.

Rewangeha Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) da zanîn ku bûyerê li gundê Twêmînê yê li başûrrojhilatê Hesekê rû daye ku di kontrola HSDyê de ye.

SOHRê da ragihand, dibe ku ew bermayiyên şer ji dema DAIŞê mabin.

Li hêla din, SOHRê diyar kir ku îsal ji destpêka salê ve li cihên di kontola Hikûmeta Sûriyeyê de 8 kes ji ber bermayiyên şer mirine ku 7 ji wan zarok bûne.

Li herêmên Hikûmeta Sûriyeyê 17 sivîl ji ber bermayiyên şer birîndar bûne ku 14 ji wan jin û zarok bûne.

Li gorî amarên SOHRê, li herêmên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) jî 4 zarok ji ber bermayiyên şer mirine û 7 zarok jî birîndar bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst