Hesekê - Ligel germa dijwar krîza av û elektrîkê berdewam e

21-07-2023
Loloxan
Wêne: Ji videoya APyê
Wêne: Ji videoya APyê
Nîşan Hesekê Krîza Avê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Heseke yê Rojavayê Kurdistanê, li gel germa havînê ya dijwar krîza kêmbûna avê elektrîkê berdewam e.

Nişteciyê Hesekê Salih Ehmed got “Germayeke zêde heye birayê min, pileyên germayê gehiştine 50, herwiha av jî li Heseke nîne. Ji sibehê û heta niha me neqla duyem venegustiye, av di bîran de zêde kêm bûye, hinek bîr mazot bi dest wan nekeve, av zêde kêm bûye, sala par baştir bû, lê av di bin  erdê name ye.”

Xelkê bajarê Heseke ne tenê ji ber kêmbûna avê dinalin, herwiha nebûna elektrîkê jî derd û êşên wan kûrtir kirine. Beşekî xelkê berê xwe dane enerjiya rojê.

Hostayê amûrên hênikkirinê Hîşam Dudkani dibêje “Elektrîk li Heseke nîne, tenê di rojê de du demjimêran tê. Xelk van alavên hênikirinê bikar tînin ku li ser enerjiya rojê kar dikin, ji ber pêwîstiya wan bi elektrîkeke kêm heye, tenê li ser nîv ampêrê kar dikin, lê yên din elektrîkeke zêde ji wan re divê, lewra kar nakin.”

Çemê Xabûrê jî di vê havînê de naherike, hevdem piştî qutkirina ava Santrala Ellok li Serê Kaniyê ji ser bajarê Hesekê û derdorê jiyana zêdeyî 1 milyon kesî ketiye bazneya karesateke bê mînak ku ev yek di dîroka wî de çênebûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst