Li Colemêrgê qedexeya çalakiyan dîsa hat dirêjkirin

30-10-2022
RÛDAW
Nîşan Colemêrg Bakurê Kurdistanê Qedexe
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Parêzgeha Colemêrgê qedexeya hemû çalakiyên wek xwepêşandan, civînên çapemeniyê, grev û vedana konan bo dema 15 rojên din hat dirêjkirin.

Li Bakurê Kurdistanê bi hincetên cuda qedexe bi dawî nabin. Li parêzgeha Colemêrgê qedexeya xwepêşandan û çalakiyan bo dema 15 rojên din hat dirêjkirin. Ji 31ê Cotmeha 2022ê heta 15ê Mijdarê bo dema 15 rojan hemû çalakiyên wek xwepêşandan, meş, vedana çadir û daxuyaniyên çapemeniyê hatin qedexekirin.

Li gor daxuyaniya ku ji aliyê Walîtiya Colemêrgê ve hatiye belavkirin, ji 31ê Cotmehê heta 15ê Mijdara îsal, bo dema 15 rojan hemû curên xwepêşandan, meş, grevên birçîbûnê, vedana çadir û standan û çalakiyên wiha qedexe ne.

Di daxuyaniyê de tê îdîakirin ku bi armanca prensîpên serekî yên komarê, yekparçeyiya dewlet û netewe, binpênekirina maf û azadiyên kesên din, asayîşa xelkê û anîna aramiyê, rêgirtin li tawan, parastina maf û azadiyên xelkê, rêgirîkirina bûyerên civakî biryara qedexekirina xwepêşandan û çalakiyan hatiye dayîn.

Li gor daxuyaniyê, biryara qedexekirinê wan çalakiyên fermî li xwe nagire ku ji aliyê parêzgar û qeymeqaman ve destûr bo wan tê dayîn. Qedexeya çalakiyan a li Colemêrg û navçeyên wê, ji sala 2016an û heta niha berdewam e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst