Qedexe jî hat ragihandin: Li Colemêrgê çi dibe?

03-06-2024
Nîşan Colemêrg Qedexe
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Piştî Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş hat desteserkirin qedexe jî hat ragihandin.

Polîsan doh bi şev Şaredariya Colemêrgê dorpêç kir, serê sibehê jî bi ser şaredariyê de girt.

Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş jî li Wanê hat desteserkirin.

Piştî van rûdanan Parêzgariya Colemêrgê hemû çalakî qedexe kirin û dê qedexe 10 rojan biajo.

Li gorî daxuyaniya Parêzgariya Colemêrgê hemû meş, xwepêşandan, civînên çapemeniyê, grev, vedana konan û çalakiyên rûniştinê hatin qedexekirin.

Qedexeyê îro demjimêr 08:00an dest pê kiriye û dê heta 12ê Hezîranê demjimêr 23:59an berdewam bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst