Roja Cîhanî ya Mamosteyan: Mamosteyên Kurdî dixwazin bên tayînkirin

3 demjimêr berê
Ferdî Sak
Mamosteyê Kurdî Xalid Ertaş û Berdevkê HEZKURDê Barij Celalî /Wêne: Rûdaw
Mamosteyê Kurdî Xalid Ertaş û Berdevkê HEZKURDê Barij Celalî /Wêne: Rûdaw
Nîşan Roja Cîhanî ya Mamosteyan Xalid Ertaş Barij Celalî Mamosteyên Kurdî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Mamsoteyên zimanê Kurdî di Roja Cîhanî ya Mamosteyen de xwest ku bêne tayînkirin.

Îro Roja Cîhanî ya Mamosteyan e.

Lê belê li Bakurê Kurdistanê bi sedan mamosteyên Kurdî yên ku ji beşên ziman û edebiyata Kurdî der çûne nehatine damezrandin û îsal jî  bêyî xwendekarên xwe dikevin vê rojê.

Yek ji wan mamosteyên Kurdî bi rêya Rûdawê daxwaz dike ku ne tenê Wezareta Perwerdeyê ya Tirkiyeyê lê saziyên din jî pêngavan ji bo wan biavêjin.

"Saziyên sivîl û şaredariyên me dikarin kar bidin mamosteyên Kurdî"

Mamosteyê Kurdî Xalid Ertaş bangî şaredarî û saziyan kir û got:

"Eger dewlet û wezaret nexwaze vî tiştî nake û eger bike jî bi reqemeke sembolîk vê yekê dike.

Îro di vê rewşê de em dikarin çi bikin? Saziyên sivîl, şaredariyên me û kesên dewlemend dikarin kar bidin mamosteyên Kurdî.

Wekî mînak Rûdaw niha çend mamosteyên Kurdî yên ku ji beşên zimanî Kurdî der çûne û tê de kar dikin hene û ez bi şexsî wan nas dikim. Her wiha Şaredarî.

Heta niha tiştê me bîhistiye tenê şaredariyê mamosteyekî Kurdî damezrandiye lê li Bakur ji sedan zêdetir şaredarî hene. Her yek mamosteyekî/ê wergire pirsgirêk namîne.”

Salane 2-3 mamosteyên Kurdî tên tayînkirin

Li beşên lîsansa Kurdî yên zanîngehên Mêrdîn, Mûş, Dêrsim û Çewlîgê salane bi dehan mamosteyên Kurdî mezûn dibin.

Lê her sal bi awayekî navendî 2 heta 3 ji wan tên tayînkirin.

Mamosteyên Kurdî li dibistanên seretayî û navendî dikevin dersên bijarte yên Kurmancî û Zazakî.

Saziyên ziman dibêjin li dibistanan ji bo dersên bijarte pêwîstî zêde ye û banga damezrandina hemû mamoteyên Kurdî dikin.

"Bi hezaran xwendekar ji ders û mamosteyên Kurdî bêpar in"

Berdevkê Hereketa Zimanê Kurdî (HEZ KURD) Barij Celalî wiha anî ziman:

“Bi hezaran xwendekarên Kurd ji dersên Kurdî û ji mamosteyên Kurdî bêpar in.

Ez hêvî dikim hemû mamosteyên zimanê Kurdî yên ku hatine terxankirin û ji beşên ziman ên zanîngehan der çûne bên damezrandin da ku zarokên Kurd bi awayekî tendurist perwerdeya zimanê Kurdî bibînin.”

Li gorî zanyariyên ku Rûdawê bi dest xistine, heta niha ji 4 zanîngehên Bakurê Kurdistanê yên lîsansê nêzîkî 800 û li gel yên beşên masterê jî derdora 2 hezar mamosteyên Kurdî der çûne.

Ji wan tenê 199 mamoste hatine damezrandin lê piştre 45ê wan dest ji mamostetiya Kurdî berdane û 30 ji wan jî li navendên Perwerdeya Gel kar dikin.

Wate niha li hemû dibistanên li seranserê Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê tenê derdora 124 mamosteyên Kurdî hatine peywirdarkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst