Li 12 parêzgehên Bakurê Kurdistanê qedexe hat ragihandin!

17-05-2024
Nîşan Bakurê Kurdistanê Doza Kobaniyê Qedexe
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li 12 parêzgehên Bakurê Kurdistanê û li 2 parêzgehên Tirkiyeyê qedexe hat ragihandin.

Li parêzgehên Amed, Mêrdîn, Bedlîs, Dêrsim, Êlih, Sêrt, Çewlîg, Agirî, Mûş, Şirnex, Qers û Colemêrgê yên Bakurê Kurdistanê hemû çalakî dê 4 rojan qedexe bin.

Li hêla din, li parêzgehên Edene û Îzmîrê yên Tirkiyeyê jî qedexe hat ragihandin.

Parêzgeriyên 14 parêzgehan ragihand ku qedexeyê îro dest pê kiriye û dê heta 20ê Gulanê demjimêr 29:59an berdewam bike.

Li gorî biryarên qedexeyê, hemû çalakiyên wekî xwepêşandan, meş, grev, civîn, vedana kon û standan dê 4 rojan qedexe bin.

Ev bi salan e li Bakurê Kurdistanê bi berdewamî qedexe tên ragihandin.

Piştî ku doh biryarên Doza Kobaniyê hatin eşkerekirin û dadgehê cezayên giran dan gelek siyasetmedarên Kurd ên wekî Selahattîn Demîrtaş qedexe zêdetir û berfirehtir dibin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst