Li bakurê Til Temirê şerekî dijwar di navbera komên çekdar de derket

31-08-2020
RÛDAW
Nîşan Rojava Til Temir Komên çekdar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gundewarên bakurê bajarê Til Temirê ku di bin kontrola artêşa Tirkiyê û gurûpên çekdar ên oposizyona Sûriyê de ye, şer û pevçûn di navbera çekdarên wan grupan de derketin.

Roja Yekşemê 30ê Tebaxê di demjimêrên piştî nîvro de li gundê Mehmûdiyê yê li bakurê rojavayê bajarê Til Temirê di navbera çekdarên girêdayî Tirkiyê de şer û pevçûnên giran derketin.

Li gorî çavkaniyên xwecihî, şerê di navbera çekdaran de ber bi gundê Fêseliyê yê li bakurê rojavayê bajarê Til Temirê ve berfireh bû.

Çavkaniyên xwecihî diyar kirin, di şer de çekên giran û doçka hatin bikaranîn.

Li gor zanyariyan, çekdarên herdu grûpên Sultan Murat û Hemzat û herwiha çend grûpên din di şer de beşdar bûn.

Derbarê kuştî û birîndarên wî şerî de hêj ti agahî nehatine belavkirin.

Piştî êrîşa Tirkiyê û grûpên çekdar a di cotmeha 2019 de bo ser Rojavayê Kurdistanê, tevî bajarên Serê Kaniyê û Girê Spî û bi dehan gundên ser bi wan herdu bajaran ve, hejmarek gundên girêdayî bajarê Til Temirê jî ketin bin destê hêzên Tirkiyê û komên çekdar.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst