Di Cejna Qurbanê de bi sedan geştyaran serdana Kanî Spiyê kirin

30-06-2023
Zînê Cahîde Akgul
Wêne: AA
Wêne: AA
Nîşan Kanî Spî Wan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Navçeya Şaxê ya ser bi parêzgeha Wanê ve, yek ji deverên herî xweş ê wê parêzgehê ye. Bi taybetî jî Sulava Kanî Spî gelekî balkêş e. Berfa ku dihele, dibe aveke sar û ji bilindahiya nêzîkî 100 metreyî diherike nava xwezayeke bê nimûne. Îro di roja sêyemîn a Cejna Qurbanê de jî bi sedan geştyaran berê xwe dane wê sûlavê.

Li Sulava Kanî Spî berf dihele û ava wê ya sar ji nêzîkî 100 metreyî diherike nav xwezayeke bêhempa. Ev der Kanî Spî ye li navçeya Şaxê ya ser bi parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê û di sêyemîn roja Cejna Qurbanê de bi sedan geştyarên navxwe û biyanî serdana vê derê kirin.

Geştyarî anî ziman, “Em hatin navçeya Şaxê, ji bo dîtina sulava berfê, gelekî xweş e, hemû kes li vê derê kêfxweş e, cihekî divê bê dîtin.”

Geştyarên hatine çay û xwarina xwe çêdikin.  Tiştên ku bi xwe re anîne ji bo bicemidin xistine nav ava sar ku wek sarincê ye.

Geştyarekî din jî got, “Em bi malbatî hatin vê derê, bi rastî gelekî xweş e. Berf dihele û ava wê gelekî sar e, zebeşê me di nav avê de ji serma qelişî.”

Parêzgeha Wanê yek ji wan parêzgehan e ku her demsal mazûvaniya hejmarek zêde geştyarên navxwe û biyanî dike. Bi taybet ji ber li sînorê Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ye salane nêzîkî 700 hezar geştyar serdana parêzgehê dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst