Xelk ji bo Wanê rabû: 89 kes hatin desteserkirin

03-04-2024
Nîşan Wan Abdullah Zeydan Desteserkirin Protesto
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya ragihand ku doh li Wan û şeş parêzgehên din 89 kes hatine desteserkirin.

Piştî ku li Wanê mafê Abdullah Zeydan ê şaredarbûnê hat betalkirin, li seranserê Bakurê Kurdistanê gelek çalakî û xwepêşandan hatin kirin.

Polîsan li gelek deveran êrişî xelkê kir û dîmenên şkenceya polîsan derketin holê.

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya li ser hesabê xwe yê Xê destnîşan kir ku di van protestoyan de 89 kes hatine desteserkirin.

Li gorî agahiyên ku Alî Yerlîkaya dane, amarên desteserkiriyan li gorî bajaran wiha ne:

Wan: 26 kes

Colemêrg – Gever: 29 kes

Colemêrg – Navend: 9 kes

Sêrt: 4 kes

Êlih: 5 kes

Şirnex: 10 kes

Îzmîr: 6 kes

Bi giştî: 89 kes

Çi bûbû?

31ê Adarê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hilbijartinên xwecihî hatin kirin.

Namzedê DEM Partiyê Abdullah Zeydan bi rêjeya ji sedî 55,48an bû serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê û DEM Partiyê her 14 şaredariyên Wanê standin.

Abdullah Zeydan dema ku parlamenterê HDPyê bû, sala 2016an hatibû girtin û bi Selahattîn Demîrtaş re zêdetirî 6 salan di Girtîgeha Edîrneyê de mabû.

Zeydan sala 2022yan hatibû berdanû  piştî ku ji girtîgehê derketibû bi biryara dadgehê qedexeya li ser mafên xwe rakiribû û li ber namzedbûna wî ti asteng nemabûn.

Derket holê ku Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê beriya hilbijartinan bi du rojan (29ê Adarê) îtirazî dadgehê kiriye û heman dadgehê jî ev biryara xwe betal kiriye.

Namzedê AK Partiyê Abdulahat Arvas jî li Wanê bi rêjeya ji sedî 27,15an bûbû duyem.

Lê Lijneya Hilbijartinan a Bajêr mazbataya şaredarbûnê da namzedê AK Partiyê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst