Hewlêr (Rûdaw)- Parlamenterê serbixwe yê Tirkiyeyê Mehmet Salîm Ensarîoglu diyar kir ku berê Kurdên Îraq, Îran û Sûriyeyê li Tirkiyeyê ye.
Parlamenterê berê yê ÎYÎ Partiyê Mehet Salîm Ensarîoglu li ser pêşhatên dawî yên pêvajoya çareseriyê ji Rûdawê re axivî.
Siyasetmedar Ensarîoglu amaje bi helwest û daxuyaniyên Serokê MHPyê Devlet Bahçelî yên li ser pêvajoyê kir û da zanîn ku ew minnetdarê Bahçelî ye.
“Min beriya 10 salan xwest Ocalan derkeve televîzyonê û biaxive”
Mehmet MNehmSalîm Ensarîoglu bersiv da pirsên pêşkeşkara Rûdawê û got:
“Ez ji vê pêvajoya birêz Devlet Bahçelî daye destpêkirin gelekî kêfxweş im.
Min sala 2015an ev tişt gotin û ji ber wan gotinan li hemberî min bertek hatin nîşandan. Rexneyên zêde li min hatin kirin û ji min re gotin, “xayin” û xwestin min lînc bikin.
Wê demê min got, bila Abdullah Ocalan derkeve televîzyoneke biaxive û bibêje dawî li dema çekan hatiye û em dê çekan deynin û li parlamentoyê bêyî hebûna çekan em biaxivin.
Aniha heyama min a 4emîn a parlamenteriyê ye û ez berê jî wezîr bûm û ez Kurd im û hemwelatiyê Tirkiyeyê me.
Ji ber ku piştî 10 salan ew daxwaz û gotinên min hatin bicihanîn ez kêfxweş im.
Birêz Devlet Bahçelî û birêz Recep Tayyîp Erdogan wekî dewlet vê pêvajoyê birêve dibin ne wekî partiyan.
Divê hemû partiyên siyasî piştgiriyê bidin pêvajoyê û ev pêvajo di ser partiyan re be.
Çimkî bi hezaran însanan ji ber vî şerî canê ji dest daye.
Hem birêz Abdullah Ocalan û hem jî birêz Selahattîn Demîrtaş divê wê bangê bikin ku dawî li serdema çekan hatiye.
Ez hêvî dikim ku vê daxuyaniyê bidin piştî van daxuyaniyan divê bîr û fikrên aqilmendan û rûsipiyan bistînin. “
“Rûsipiyên herêmê jî divê li ser pêvajoyê xeber bidin”
Parlamenter Ensarîoglu amaje bi wê yekê kir ku divê parlamento pirsgirêkan çareser bike û wiha axivî:
“Heger xelk bi vê pêvajoyê bê xapandin dê rêz û baweriya xelkê bi hikûmet û dewletê nemîne.
Endîşe û guman hene lê em dibêjin belkî ji sedî 70- 80 samîmiyet pêk were û ev pirsgirêk were çareserkirin.
Erê 45- 50î sal in şer heye lê ev esreke ev pirsgirêk heye û divê ev bi rêya demokrasiyê çareser bibe.
Heger azadî tunebe, demokrasî tunebe û em li parlamentoyê bi azadî neaxivin dê li kuçeyan li çiyayan pevçûn çêbibin.
Li herêma me gotinên, şêxan, seydayan axayan girîng in divê ew jî li ser pêvajoyê xeber bidin.
Rûsipiyên herêmê divê li ser pêvajoyê xeber bidin.
Birêz (Mesûd) Barzanî ji bo min gelekî bi qîmet e, bavê min û bavê wî hevalên hevdû bûn.
Fêdeya wan li herêmê çêbûye, gotinên wan biqîmet in û milet guh daye wan. Eger tu wan daxilî pêvajoyê nekî tu dê netîceyê nestînî.
Parlamentoya dergûşa parlamentoyê ye. Divê hemû kes nerînên xwe bi awayekî azad bînin ziman.
Hinek kes derdikevin ser televîzyonan û behsa vê pirsgirêkê dikin lê bi ti awayî ne Kurdan nas dikin ne bi Kurdî dizanin.
Hin alî derdikevin ser televîzyonan yan dijberiya Kurdan dikin yan jî dijberiya Tirkan dikin.
Ez behsa şîrovekeran dikim, behsa tiştên beriya bi 100 salî yên di pirtûkan de cih digirin dikin. Werin em behsa doh bikin, behsa îro bikin.
Çima ez li wan guhdar bikim?!”
“Ez dixwazim zimanê Kurdî bibe zimanê fermî”
Siyasetmedar Ensarîglu ji ber destpêkirina pêvajoyê spasiya Erdogan û Bahçelî ji kir û wiha berdewam kir:
“Ez spasiya Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan û serokê partiyan dikim heta niha pêvajo pir xweş birêve birin.
Heta niha jî xwîn dirije, pirsgirêkên xelkê yên aboriyê hene û me li Çanakaleyê bi hev re şer kir.
Em hemû zarokên vî welatî ne û divê em pirsgirêkên xwe di nava demokrasiyê de çareser bikin.
Zimanê Kurdî dikare bibe zimanê fermî û zimanê duyemîn. Em dikarin hemû mafan li ser demokrasiyê biaxivin.
Ez dixwazim zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û zimanê duyemîn ê Tirkiyeyê.
Ez naxwazim, Stenbol, Enqere, Bodrumê Bursayê ji hin kesan re bihêlim û ji dewletekê nû ava bikim.
Ev dewlet çawa ya Tirkan be dewleta Kurda ye. Berê
Kurdên Îraqê û Kurdên Îranê jî û Sûriyeyê jî li Tirkiyeyê ye û berê wan li Kurdên Tirkiyeyê ye û berê wan li Tirkên Tirkiyeyê ye.
Ez gotinên birêz Bahçelî û birêz Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan ne wekî gotinên serokên partiyan wekî gotinên dewletê qebûl dikim.
Divê careke din wekî partiyan tevnegerin û wekî dewletê hareket bikin.
Aliyên neteweperwer ji ber nakokiyên xwe dijberiya hevdû dikin û şerê hevdû dikin.
Ez piştgiriyê didim birêz Bahçelî û minnetdarê wî me û dixwaze Tirkiyeyê ji şerê li Rojhilata Navîn biparêze.
Divê cihê cenazeyên Şêx Seîd, Seîd Riza û Bedîûzeman Saîd Nûrsî bê diyarkirin.
Ji ber ku min xwest cihê cenazeyê Şêx Seîd bê diyarkirin min dev ji ÎYÎ partiyê îstîfa kir.
Ez nakevim nava nîqaşên nava neteweperweran. “
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse