Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Şemzînanê ya parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê, agir bi xaniyekî ket û zerera madî çêbû.
Li gundê Gareyê yê navçeya Şemzînanê şeva borî ji ber sedemeke nediyar agir bi xaniyê Kemal Yuce ket.
Gundiyan yekser dest bi xebatên vemirandina agir kir.
Li ser agahdarkirinê tîmên agirvemirandinê yên Şaredariya Şemzînanê çûn cihê bûyerê.
Agir di encama xebatên tîmên agirvemirandinê û gundiyan de hat vemirandin.
Di encama agir de zerereke zêde ya madî çêbû.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse