Sûlava Bêgiriyê xemla xwe ya zivistanê li ber xwe kiriye

30-01-2020
Mehdî Mutlu
Mehdî Mutlu
Sûlava Bêgiriyê di mehên zivistanê de bi dîtbariya xwe bala hemû cîhanê dikşîne
Sûlava Bêgiriyê di mehên zivistanê de bi dîtbariya xwe bala hemû cîhanê dikşîne
Nîşan Sûlava Bêgiriyê Wan Zivistana Bakurê Kurdistanê
A+ A-

Wan (Rûdaw) – Sûlava Bêgiriyê mezintirîn Sûlava Bakurê Kurdistanê ye, havînê dema li deştê germahî derdikeve ser 40 pileyan jî di sîbera wê de herî zêde 25 pile ye û seyrangeha Serhedê ye; lê di mehên zivistanê de jî dema ku qeşa girt bi dîtbariya xwe bala hemû cîhanê dikşîne.

Zivistan e, Sûlava Bêgiriyê bi navek xwe yê din Şelaleya Muradiyeyê hêdî hêdî xemla xwe ya zivistanê li ber xwe kiriye. Ava ku ji zozanên Ebexê û kirê Tendûrekê tê bi xîreteke mezin Gola Wanê ji xwe re dike menzîl û gelî bi gelî diherike ber bi golê ve.

Dema ku li deştê diherike wek zarokekî di xew de ye û deng jê nayê; lê ku kete geliyê bêgiriyê û serenişîv bû bi gumegum û limelima xwe çiya û baniyan dihejîne.

Rûsipiyê Bêgiriyê Hecî Haşem jî di zarokatiya xwe de qalikên zebeşê li ser ava Bêêgiriyê dikir kelek û gemî û di sûlavê de ber dida jêrê.

Hecî Haşem Yaşar dibêje: “Berê ava vê sûlavê gelek zêdetir bû, niha çend set  li serê hatine avakirin û av kêmbûye, zarokatiya min di nav vê avê de derbas bû, berê tê de gelek cûrên masiyan jî hebûn, herwisa ev der wek daristaneke mezin bû û tê de hemû cureyên fêkiyan hebûn, tirî sêv û gelek cure; çend gundên Ermeniyan jî hebûn û rezên wan hebûn berê vê derê wek bihûşta ser erdê bû."

Berfa salê niha hêdî hêdî lêdike, piştî ku sahî çêbû pileya germê dê heta 35 pile bin sifrê jî dakeve û di 10 rojan de dê hemû sûlav biqerise.

Xwecihê Bêgiriyê Kadir Orhan jî got: “Welatê me gelek xweş e , havîna wê jî zivistana wê jî bêhempa ye. Gelek xelkên derdor û dervayê welatê me qesta şelaleya Mûradiyeyê dikin û tên serdana vê derê. Havîn zivistan qet ferq nake, bi hezaran mirov li vê derê fotoyan dikşînin. Ez bi xwe jî dema tengav bim û morala min xera be tême ber avê. Bi rastî jî serê min rehet dibe û ez xwe gelek zindîtir hîs dikim."

Her çend bi hezar salane ew av û sûlav li wê derê be jî cîhan hêdî hêdî nav û dengê Sûlava Bêgiriyê seh dike û van salên dawî şert û mercên xizmetguzariya wê derê ji bo geştyaran hatin guncivandin, çi havîn çi zivistan xizmet ji bo geştyaran bênavber li wê derê tê dabînkirin.

Berpirsê Tesîsa Sûlava Bêgiriyê Îbrahîm Ustun jî da zanîn ku geştyarên havîn û zivistanê cuda ne û wiha domand: “Havînê bi aliyekî xweş e, zivistanê bi aliyekî din, zivistanê dema av cemed digire, wênegirên Tirkiyeyê yên navdar tên vê derê û fotoyên balkêş dikşînin. Şert û mercên tesîsên me jî van salên dawî m egelek baştir kiriye û em çaverê ne û ku herkes were vê derê bibîne."

Şelaleya Bşgiriyê di navbera bajarê Wanê û navçeya Bazîdê de ye û ji navenda bajarê Wanê 89 kilometreyanm dûr e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst