Şaredariya Amedê 15 hezar lîre bûrs dide xwendekaran

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Şaredariya Amedê Piştgiriya Perwerdeyê Xwendekar Zanîngeh Bûrs
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Şareredariya Bajarê Mezin a Amedê ragihand ku ew dê 15 hezar lîreyên Tirkî wekî pişgirî bidin xwendekarên zanîngehê yên ku niştecihbûna wan li Amedê ye.

Şaredariyên Bakurê Kurdistanê piştî ku 31ê Adarê careke din ketine destê DEM Partiyê li ser projeyên xwe yên pişgirîkirina xwendevan, ciwan, kesên kêmdahat û hejar berdewam in.

Herî dawî Şaredariya Amedê ji bo xwendekarên ciwan ên ku cara yekemîn zanîngeh qezenc kirine pêngavek avêt.

Şareredariya Bajarê Mezin a Amedê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku ew dê 15 hezar lîreyên Tirkî ku dike derdora 441 dolarên Amerîkî wekî pişgirî bidin xwendekarên zanîgehê yên ku li Amedê niştecih in.

Xwendekarên cara yekem zanîngeh qezenc kirine

Şareredariya Bajarê Mezin a Amedê got:

"Ji bo xwendekarên ciwan ên ku îsal cara yekem zanîngeh qezenc kirine, li Amedê rûdinin û îsal li bernameya perwerdeya rasterast a 2 salî an 4 salî qeyd bûne, em dê 15.000 Lîreyên Tirkî piştgiriya perwerdeyê pêşkêş bikin."

Serlêdan heta 1ê Çiriya Paşîn berdewam dike

Şaredariyê ragihandiye ku serlêdana xwendekaran a ji bo wergirtina piştgiriya perwerdeyê 3yê Çiriya Pêşîn dest pê dike û 1ê Çiriya Paşîn de bi dawî dibe.

Şardariyê her wiha ragihandiye ku xwendekarên zanîngehê dikarin bi rêya online ji bo wergirtina piştgiriya darayî serlêdanê bikin.

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê piştî derdora 2 serdeman ji rêvebiriya qeyûman 31ê Adara îsal bi rêjeya ji sedî 64.04ê dengan careke din ket destê DEM Partiyê û Serra Bucak bû Seroka Şaredariyê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst