MHPyê li ser peyama Ocalan çi got?

29-12-2024
RÛDAW
Nîşan Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan DEM Partî Devlet Bahçelî Şandeya Îmraliyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)- Alîkarê Serokê MHPyê Mevlut Karakaya derbarê hevdîtina bi Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan re got: “Ya rast ew e ku em li hêviya daxuyaniya serokê me yê giştî bin.”

Şandeya DEM Partiyê ku ji Pervîn Buldan û Sirri Sureyya Onder pêk hatibû doh çûn Îmraliyê û bi Rêberê Girtî yê PKKyê Abdullah Ocalan re civiyan.

Îro DEM Partiyê li ser naveroka civînê daxuyaniyek belav kir.

Alîkarê Serokê MHPyê Mevlut Karakaya di bernameyeke televîzyonê de behsa hevdîtina bi Abdullah  Ocalan re kir.

“Rola serokê me ya di vê pêvajoyê de girîng e”

Mevlut Karakaya behsa rola Devlet Bahçelî ya di pêvajoyê de kir û wiha got:

“Peywendiya Serokê me yê birêz bi DEM Partiyê re di roja vekirina parlamentoyê de û bangên ku di civînên komê yên piştre kirin, ev pêvajo bileztir kir.

Derfet çêbû di raya giştî de bi berfirehî were nîqaşkirin. Berdewamiya vê bangê wekî polîtîkaya dewletê pêvajo gihand qonaxa îro.

Vê sibehê daxuyanî hat dayîn. Mijar pir nû ye. Serokê me yê ku di pêvajoyê de xwedî roleke girîng e dê nirxandinekê bike.

Bi xwe dibêjin nêzîkatiya wan a erênî ji bo vê bangê heye. Ya herî rast ew e ku em li hêviya nirxandina serokê me yê giştî bin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst