Li Semsûrê ciwanê winda mirî hat dîtin

01-01-2025
RÛDAW
Nîşan Semsûr Winda Mirî Alî Kiraç
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Serê Golê ya parêzgeha Semsûrê ya Bakurê Kurdistanê, ciwanê 24 salî yê winda di nav golê de mirî hat dîtin.

Li navçeya Serê Golê 30ê Kanûna Pêşîn a 2024an Alê Kiraçê 24 salî ji malê derket û careke din venegeriya.

Malbata wî piştî ku agahî jê wernegirtin ji bo dîtina wî hêzên ewlehiyê agahdar kirin.

Di encama xebatan de otomobîla Alî Kiraç doh li kêleka Gola Serê Golê hat dîtin.

Li ser vê yekê tîmên binavê di nav golê de xebatên lêgerînê dan destpêkirin.

Di xabtên lêgerînê de termê Alî Kiraç di nav golê de hat dîtin.

Tîmên tenduristiyê termê kiraç ji bo otopsiyê bir Nexweşxaneya Dewletê ya Semsûrê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst