Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Eyûbiyeyê ya Rihayê di demjimêrên yekem a sala nû de jina ku otomobîl lê qelibî mir.
Li gorî agahiyan, şeva din derdora demjimêr 01:30î li Taxa Asyayê ya navçeya Eyûbiyeyê, otomobîla ku M.Ç. diajot li jina bi navê Sabîha Kuçukkoçê ya 36 salî xist.
Li ser agahdarkirinê polîs û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.
Li ser kontrola tîmên tenduristiyê derket holê ku Sabîha Kuçukkoçê li cihê bûyerê canê xwe ji dest daye.
Tîmên tenduristiyê termê Kuçukkoçê bir morga Saziya Bijîşkiya Dadî ya Rihayê.
Her wiha şofêr ji aliyê polîsan ve hat desteserkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse