Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê di 3 qezayên cuda de 21 kes birîndar bûn.
Li parêzgeha Amedê li sere rêya sereke ya Amed-Xarpêtê ji ber mijê û bandorên neyînî yên keşûhewayê 13 otomobîl li hev qelibîn.
Li ser agahdarkirinê polîs, cendirme û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.
Li gorî zanyariyan di qezayê de 8 kes birîndar bûn.
Her wiha li navçeya Bismilê ya Amedê jî 2 otomobîl, mînîbusek û komyonetek li hev qelibin û di encamê de 7 kes birîndar bûn.
Li aliyê din li nav bajarê Amedê jî 16 otomobîl li hev qelibîn û di wê qezayê de jî 6 kes birîndar bûn.
Tîmên tenduristiyê birîndar rakirin nexweşxaneyên cuda yên Amedê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse