Li Amedê qeza: 6 kes birîndar bûn

14-06-2024
RÛDAW
Nîşan Amed Qeza Birîndar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Amedê kamyonet û otomobîl li hev qelibîn û di encamê de 6 kes birîndar bûn. 

Kamyoneta B.A diajot li ser rêya Amed-Xarpêtê ji kontrolê derket û derbasî aliyê din ê rê bû û li otomobîlekê xist. 

Di qezaya trafîkê de ajokar û 4 kesên di wesayîtan de birîndar bûn. 

Li ser agahdar kirinê tîmên tenduristiyê, cendirme û polîs çûn cihê bûyerê. 

Tîmên tenduristiyê birîndar bi ambulansan veguhastin nexweşxaneyên Lêkolîn û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîl û Nexweşxaneya Dewletê ya Selahaddîn Eyyubî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst