ÎYÎ Partî li Rihayê ji hev dikeve: 5 rêveberan îstifa kir

29-11-2023
RÛDAW
Nîşan ÎYÎ Partî Riha Îstifa
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Piştî îstifaya Serokê rêxistina ÎYÎ Partiyê yê Rihayê 5 rêveberên din jî îstifa kirin.

Rêveberan ragihandin ku wan ji ber “biryarên partiyê û helwesta li hemberî rêxistinê” îstifa kiriye.

Serokê rêxistina ÎYÎ Partiyê yê Rihayê Sadik Koroglu 12ê Çiriya Pêşînê îstifa kiribû.

Sadik Koroglu ragihandibû ku wî ji ber “sedemên malbatî” îstifa kiriye.

Ji bo kursiya Koroglu heta niha kesek nehatiye erkdarkirin.

Li aliyê din îro Serokê rêxistina ÎYÎ Partiyê yê Eyûbiyeyê Enver Keskînbiçak, Serokê rêxistina ÎYÎ Partiyê yê Serê Kaniyê Omer Koyuncu, Serokê rêxistina ÎYÎ Partiyê yê Xelîliyeyê Bulent Mermer, Serokê rêxistina ÎYÎ Partiyê yê Karakopruyê Mehmet Yaşar Badili û cîgirê wî Hasan Tahsîn Gerger îstifa kirin.

Ji ber “biryarên partiyê û helwesta li hemberî rêxistinê”

Serokê rêxistina ÎYÎ Partiyê yê Karakopruyê Mehmet Yaşar Badili di daxuyaniya xwe de got:

“Ji îro pê ve ji ber biryarên xelet û helwesta partiyê ya li hemberî rêxistinê, tevî rêveberî û endamên xwe, ji Serokatiya rêxistina ÎYÎ Partiyê yê Karakopruyê ku ji sala 2019an vir ve bi rê ve dibim, îstifa dikim.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst