Riha: Bi nêzîkbûna cejnê re ajel biha bûne

11-06-2023
RÛDAW
Wêne: AA
Wêne: AA
Nîşan Cejna Qurbanê Riha
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Riha ya Bakurê Kurdistanê berî Cejna Qurbanê ya ku roja wê ya yekem 28ê vê mehê ye germiyek ketiye nav bazara ajelan lê welatî ji giranbûna ajelan nerazî ne.

Bazara ajelan a li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê bi nêzîkbûna Cejna Qurbanê re, ajeldaran berê xwe dane bazarê û ajelên xwe difiroşin.

Daketina lîreyê li beramberî diravên biyanî û giraniyê bandora xwe li nirxê ajelan jî kiriye û giran bûne. Her çend kiryar ji nirxê niha bi gilî bin jî lê xwediyê ajelan û firoşyar bi nirxan kêfxweş in.

Ajeldar Abdullah Oba anî ziman, “Îsal bazar bilind e. Li gor par îsal ji sedî sed bilind bûye û zêde bûye. Ajeldarî îsal xêra wê heye û yê wî karî dikin xêr kirin e. Me ajelên xwe anîne bazarê, kiryar hêdî hêdî tên, bi saya Xwedê firotina me dê baş be û dê cejneke bi xêr be.”

Di nava salekê de wek her tiştî nirxê ajelên qurbanê jî giran bûye û pez ji sedî 130 û dewar jî ji sedî 150 nirxê wan zêde bûye.

Îsal kîloya pezê ji bo Cejna Qurbanê tê firotin bi zindî bi 110-115 lîreyan e. Kîloya dewar bi zindî bi 120-130 lîreyî ye.

Halîl Yolcu yê ku ev 30 sal in karê ajeldariyê dike dibêje ev hefte ji bo firotina ajalan girîng e.

Ajeldar Halil Yolcu got, “Hîn heftiyeke me heye, bi izna Xudê heftiya pêşiya me dê bazar germ bibe. Niha em dişînin derveyî bajêr, jiderveyî Urfa ji Adana heta Îstanbulê mal diçe. Heftiya pêşiya me vê rojê êdî kes ajalan nabe ji derveyî bajêr ji ber wê riskê nagrin. Bazara me niha başe her kes kirîn û firotinê dike.”

Ji vê bazara ajalan ya Rihayê ajal hinardeyî welatên Erebî û bajarên mezin yên Tirkiye tên kirin. Rojane hinardeya ku ji vir diçe 10-30 hezar ajal e. Rojên înê û dûşemê bazar germtir dibe heta 40 hezar ajalî tê hinardekirin. Her ku cejn nêzîk dibe tê çaverêkirin ev rêje zêdetir jî bibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst