Li Rihayê karkerên tekstîlê dest ji kar berdan û daxwaza mafê xwe dikin

29-11-2023
RÛDAW
Li Rihayê karkerên tekstîlê dest ji kar berdan û daxwaza mafê xwe dikin
Li Rihayê karkerên tekstîlê dest ji kar berdan û daxwaza mafê xwe dikin
Nîşan Riha Karker
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Karkerên Kargeha Ozak Tekstîlê yên parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê daxwaza mafên xwe dikin.

450 karkerî bi hev re ji ber ku xwedî li mafê wan dernakeve ji Sendîkaya Oz-Îplîkê îstîfa kirin.

Ji ber îstîfakirina ji sendîkayê, xwediyê kar gefa kêmkirina mûçe û ji karderxistinê li wan xwarin û gelek hevalên wan ji kar hatine derxistin.

Li dijî wan kiryaran ev 3 roj in karkeran dest ji kar berdaye û li ber wê kargehê dest bi çalakiyê kirine û daxwaza mafên xwe dikin.

“Li karkeran xwedî dernakevin”

Karker Mehmet Koca anî ziman:

“Ez 11 sal in di Ozak Tekstîlê de dixebitim. 6 sal in Sendîkaya Oz-Îplîkê bêyî karkeran diçe peymanê bi xwediyê kar re dike.

Mafê karkeran nabêje, kes mafê xwe nizane, mafê heyî jî nîvçe didin. Mafê karkeran naparêzin. Çi tê serê wan li wan xwedî dernakevin.”

Karkeran derbarê çalakiya xwe de daxuyaniyek da û ragihand ku xwediyê kar ê Ozak Tekstîlê karkeran ji kar derdixe, gefan li wan dixwe, bêrêziyê li wan dike û mûçeyê wan dibire.

Karkeran herwiha diyar kir ku Sendîkaya Oz-Îplîkê ev 6 sal in bi ti awayî mafê wan neparastiye û bi xwediyê kar re hevkariyê dike. Ji wan re gotine ku mafê we nîne hûn bibin endamê sendîkayeke din jî.

Karkerekî din jî got:

“Em li ber Ozak Tekstîlê çalakiya xwe dikin. Ez 3 sal in li vir dişixulim û Sendîkaya Oz-Îplîkê jî 6 sal in li vir e.

Heta niha derdora 450 kesî ji sendîkayê veqetiyan, ji me re dibêjin hûn neheq in.”

Karker daxwaz dikin ku mafê wan bê dayîn û ew bibin endamê sendîkayekê ku li beramberî neheqiyên xwediyê kar mafê wan biparêze û hevalên wan ên ku ji kar hatine derxistin vegerin ser karê xwe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst