DÎLOK - 2 malbatên ku xizmên hev in pev çûn: 2 bira hatin kuştin

5 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Dîlok Pevçûn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Mezmaxorê ya parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê di pevçûneke çekdarî de 2 bira hatin kuştin û 2 kes jî birîndar bûn.

Danê êvarê li kolana Hasîp Dursiyê ya taxa Firatê ya navçeya Mezmaxora Dîlokê, ji ber meseleya xwestina jinan, 2 malbatên ku xizmên hev in bi hev ketin.

Bi zêdebûna aloziyê re malbatan bi çekan êrişî hev kir û Mehmet K. li cihê bûyerê hat kuştin.

Eyup û Muhîttîn K. û Mehmet G. jî birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.

Tîman birîndar bi ambulansan veguhastin Nexweşxaneya Dewletê ya Abdulkadir Yuksel.

Li nexwşxaneyê tevî hewildanên bijîşkan Eyup K. jî mir.

Tîman termê her du birayan ji bo otopsiyê birin Saziya Tiba Edlî ya Dîlokê.

Li derdora taxê tedbîrên ewlehiyê hatin zêdekirin.

Kolana pevçûn tê de qewimî ji çûnûhatina otomobîlan re hat girtin.

Derbarê bûyerê de 2 kes ji aliyê polîsan ve hatin desteserkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst