RIHA - Parvekirina Komkujiya Robozikê bû sedema lêpirsînê

25-01-2024
RÛDAW
Nîşan Riha Komkujiya Robozikê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê piştî ku 3 rêveberên dibistanan li ser heasbên xwe yên WhatsAppê Komkujiya Robozikê bibîranîn, derbarê wan de lêpirsîn hat destpêkirin.

Li gorî zanyariyan 28ê Kanûna Pêşîna 2023yan ku roja bîranîna Komkujiya Robozikê bû li navçeya Xelfetiyê ya Rihayê, 3 mamosteyên dibistanê ku di heman de rêveberên wan dibistanan bûn, li ser hesabên xwe yên WhatsAppê parvekirinên li ser Komkujiya Robozikê belav kirin.

Hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê piştî belavkirina wan parvekirinan li ser her sê mamosteyan lêpirsîn da destpêkirin.

Li gorî daxuyaniya ku şaxa Rihayê ya Sendîkaya Kedkarên Zanist û Perwerdeyê (Egîtîm-Sen) li ser hesabê xwe yê tora civakî belav kiriye, derbarê wan rêveberên dibistanan de hem lêpirsîna îdarî û hem jî lêpirsîna edlî hatiye destpêkirin.

Bi gotina Egîtîm-Senê her sê mamoste di çarçoveya lêpirsînê de dema li dibistanê li ser kar bûn, ji aliyê cendirmeyan ve ji ber karûbarên îfadeyê ji bo navende cendermeyan hatine birin.

Hat diyarkirin ku metirsiya dûrxistina ji kar û sirgûnê li ser wan heye.

Sendîkayê di daxuyaniya xwe de da zanîn ku ew her sê mamoste endamên sendîkaya wan in û tekez kir ku wan di parvekirinên xwe yên li ser WhatsAppê de ti şîrove nekirine û tenê beşeke dîmenên  cenazeyên qurbaniyên Komkujiya Robozikê belav kirine.

Şaxa Egîtîm-Senê ya Rihayê herwiha bî bîr xist ku di Komkujiya Robozikê de 2011ê 17 jê zarok bi giştî 34 kes ji aliyê balafirên şer ên artêşa Tirkiyeyê ve hatine komkujkirin û got:

“Aliyên pêwendîdar ku ji eşkerekirina kiryarên vê komkujiyê berpirs in, li şûna ku vê yekê bikin, endamên me yên ku derbarê vê komkujiyê de bi hestiyarî tevdigerin, dikin armanc û ti bingeheke hiquqî ya vî karî nîne.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst