WAN - Parêzgariyê 3 rojan hemû çalakî qedexe kirin

05-11-2024
RÛDAW
Nîşan Parêzgariya Wanê Bakurê Kurdistanê Tayînkirina Qeyûman Êlih Mêrdîn Xalfetî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgariya Wanê ya Bakurê Kurdistanê 3 rojan hemû çalakî û xwepêşandan hatin qedexekirin.

Piştî tayînkirina qeyûman li bajarên Bakurê Kurdistanê yek bi yek qedexeyên çalakiyan tên ragihandin.

Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê doh bi daxuyaniyeke nivîskî da zanîn ku wan qeyûm daniye ser şaredariyên parêzgehên Mêrdîn û Êlihê û navçeya Xelfetiyê ya Rihayê.

Parêzgariya Wanê bi daxuyaniyeke nivîskî bal kişande ser danîna qeyûmên her sê şaredariyan û ragihand, li tevahiya parêzgehê hemû cure xwepêşandan, meş, civîn û mîtîng heta di navbera 5- heta 7ê Çiriya Paşîn a 2024an hatine qedexekirin.

Li gorî biryarê daxuyaniyên medyayê, xwenîşandan, çalakiyên rûniştinê, mîtîng, vedana konan, kampanyayên îmzeyan, vekirina standan, merasîmên biaxspartinê, bîranîn, şahî, konser û hemû çalakiyên bi vî awayî ji 5ê Çiriya Paşîn heta 7ê Çiriya Paşîn hatine qedexekirin.

Li gorî biryara parêzgariyê, tenê çalakiyên ku parêzgarî û qeymeqamî destûrê bidin dikarin bên kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst