Li Rihayê êrişî restoranê hat kirin, 5 kes birîndar bûn

15-12-2023
Nîşan Riha Êriş Birîndar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, şeva borî hinek kesan bi demançeyan êrişî restorantekê kir û di encamê de 5 kes birîndar bûn.

Li gorî zanyariyan, li Taxa Karşiyakayê ya Rihayê, şeva borî hinek kesan bi demançeyan gule li restoranekê reşandin.

Di encama êrişê de xebatkar û mişteriyên li restorantê yên bi navên Hamza Çîftçî, Îbrahim Çîftçî, Mehmet Emîn Çîftçî, Erol Arca û Firat Yildiz birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê 5 birîndar rakirin nexweşxaneyên cuda yên Rihayê.

Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin û 6 kes hatin desteserkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst