Bakirhan: Bila êdî Kurd çi bikin?

2 demjimêr berê
Nîşan Tuncer Bakirhan DEM Partî Qeyûm Mêrdîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan got, “Birêz Bahçelî, Erdogan bila Kurd çi bikin? Ji hemu partiyên li Meclisê dipirsim bila êdi Kurd çi bikin?”

Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê doh bi daxuyaniyeke nivîskî da zanîn ku wan qeyûm daniye ser şaredariyên parêzgehên Mêrdîn û Êlihê û navçeya Xelfetiyê ya Rihayê.

Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) ji bo berteknîşandayînê civîna koma xwe ya Meclisê li ber Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê kir.

Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan di civîna koma partiyê de axivîn.

“Destê wan ji bo qeyûman bû”

Tuncer Bakirhan bi bîr anî ku Devlet Bahçelî destê xwe dabû wan û got:

“Derbeya we ji bo gelê Mêrdîn, Êlih, Xelfetî û Esenyurtê ne tiştek e. Ev derbekar di bikevin nav rûpelên tarî yên dîrokê.

Desthilat dibêje ez destê xwe dirêj dikim lê li aliyê din zilmê dike.

Ev xelk dê çawa ji we bawer bike, dê çawa ji jidilbûna silava we bawer bike?

“Bila êdî Kurd çi bikin?”

Me destê wan girt lê destê ku we jî dît ji bo qeyûman bû. Wan niyeta xwe ya rast eşkere kir.

Birêz Bahçelî, Erdogan bila Kurd çi bikin? Ji hemu partiyên li Meclisê dipirsim bila êdi Kurd çi bikin?

Bi tecrîdkirina Ocalan a li Îmraliyê û bi tecrîdkirina DEM Partiyê ya li Meclisê aştî çênabe.”

“Ji ber diyalogê direvin”

Tuncer Bakirhan got, “Erdogan dibêje birayên min ên Kurd mixetab in lê qeyûmin datînin ser îradeya gelê Kurd” û got:

“Ji ber diyalogê direvin çimkî dê diyalog nîşan bide bê ma kî aliyê çareseriyê ye.

Heke mizakereyê bikin dê rastiya wan derkeve holê. Em wekî her demê îro jî ji bo çareseriyê amade ne.

Di destê me de kevokên aştiyê hene lê di destekî we de zilm û di destê din de qeyûm hene.

Wam kemîn li ber hêviyên gel ên aştiyê danî û qeyûm tayîn kirin.

“Em serî li ber we natewînin”

Rêzê li îradeya gel bigirin û wan qeyûman vekişînin.

Em serî li ber we natewînin, em dê ji bo zimanê xwe, nasnameya xwe û jiyaneke birûmet li ber xwe bidin.”

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullariyê da zanîn ku gel bersiva herî baş dide qeyûman û got:

“Eger em tênekoşin dê qeyûman deynin ser her derê, ne tenê şaredariyên DEM Partiyê.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst