Li Dîlokê 15 otomobîl li hev qelibîn: Birîndar hene!

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Dîlok Qeza
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Mezmaxorê ya parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê di qezayeke trafîkê de 10 kes birîndar bûn, rewşa birîndarekî ne baş e.

Şeva borî li navçeya Mezmaxorê ya Dîlokê li ser rêya balafirgehê otomobîlekê piştî leza zêde pê li frenê kir û ji ber baranê ji rê derket û qeza kir.

Piştî wê otomobîlê 15 wesayît jî ji ber wê otomobîlê li hev qelibîn.

Di bûyerê de bi giştî 10 kes birîndar bûn ku yek ji wan zarok e.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê û birîndar birin nexweşxaneyên Dîlokê.

Hat ragihandin ku rewşa birîndarekî ne baş e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst